Demîrtaş ji bo Stenbolê bang kir: Ez bi bawerim bêbiryarî tune ye 2019-06-18 11:07:09 STENBOL – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş banga beşdariya hilbijartinê li hilbijêran kir û got: “Ji bo îro em di wê baweriyê de ne ku pêwiste gotinên Brz. Îmamoglu bên destekkirin. Ez bawerim tevlîhevî û bêbiryarî nîne.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin ji bo hilbijartina Stenbolê bang li hilbijêrên kurd kir. Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam weşand û ev twît parve kir:    “1 – Silav hevalno, hûn çawanin? Em baş in. Em bi zindeyî û hêvî li we temaşe dikin. Ji hilbijartina Stenbolê ya bi zordarî hat nûkirin re hindik ma. Jixwe hûn dizanin helwesta HDP’ê ya navenda me ya giştî eşkere kiribû. Ez bi bawerim li qadê jî ya pêwîst tê kirin.    2- Ez bi bawerim serê kesî en tevlîhev e û bêbiryarî bi kesî re nîne. Li gorî min divê ev tişt tune bin jî. Çimkî ev hilbijartin ne hilbijartî ye. Heke em dixwazin ji bo demokrasî, aştî, azadî, edalet û wekheviyê rêyek vekin, helwesta HDP’ê ya ji bo hilbijartinê watedar û girîng e.    3- Em hemwelatiyên dixwazin din ava wekheviyê, biratî û aştiyê de bijîn e. Me hemûyan êşên mezin, zilm û neheqiyê dît û bi serê me de hat. Tevî vê yekê jî me hêviyên xwe yên siberojê tu demê ji bîr nekir. Çimkî em ji bo vê yekê têdikoşin.    4- Em dixwazin jiyanek bêşer, bêmêtinger, adil û demokratîk hemû bi hev re ava bikin û bijîn. Ji bo vê yekê jî hemû însanên xweşik ên ku ji demokrasiyê bawer dikin bila bên kêlaka hev û hewldanên me ji bo hevre bûnê ne.    5- Bi her hilbijartinê re em dixwazin pêşiya siberojek wiha vebibe. Helbet her tişt bi hilbijartinê naguhere. Pêwîste ji bilî hilbijartinê jî bêwestan, bi sebir, bi enyad û wêrekî em têkoşîna xwe dewam bikin.    6- Însanên Stenbolê yên xweşik… Ji bo dijminahiya kesek û dijberiya kesî na, ji bo dubendiya civakî bêtir kûr bibe na, ji bo kîn, tolhildan, nefretê na, ji bo li hevxistinên takekesî na, ji bo siberojek ronî ya zarokên xwe dengên xwe bikar bînin.    7-  Ji bo îro em di wê baweriyê de ne ku pêwiste gotinên Brz. Îmamoglu bên destekkirin. Çimkî em bi hev re bi hêz in. Ku HDP tune be û HDP’ê li derveyî her tiştî bihêlin, dê tu tiştek xweş nebe. Êdî bila hin kes fêm bikin ku “bi zordestiyê xweşikî” nabe. Ez bi bêrîkin û ji dil û can silavên xwe ji we re rê dikim…”