Nameyên Ocalan nedan girtiyan 2019-06-18 10:40:53   ENQERE – Nameyên Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ku ji bo Cejna Remezanê ji girtiyan re şandibû “bifikar” hat dîtin û nedan girtiyan.    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo Cejna Remezanê ji girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê rameyan şand. Nameyên ji aliyê Ocalan ve hatin şandin rêveberiyên girtîgehan bi hêceta “bifikare” ne nedan girtiyan.