Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt 2019-06-18 10:29:50 AMED - Qeyûmê Şaredariya Amedê Cumalî Atîlla li pey xwe 759 milyon û 132 hezar û 565 TL dayn hişt Qeyûm Cumalî Atîlla di 1'ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin. Cumali Atilla, 2.5 salan li ser kar ma. Qeyûm piştî hilbijartinê li gelek aliyên bajar pankat vekirin û got 'Min yek quruj deyn li pey xwe nehişt. Qeyûm Atîlla 2 milyon û 127 hezar û 725 TL ji bo odeya maqamê xwe pere qerç kiribû. Dîsa 1 ton 600 kilo kadayif xwaribû. Qeyûmê ku got min qet deyn li pey xwe nehiştiye derket holê ku li her kesî deyn çekiriye. Atilla, 192 milyon û 795 hezar 302 TL deynê (DSİ), 38 milyon û 431 hezar 978 TL deynê ceyranê, 768 hezar û 290 TL deynê personelan, 12 milyon û 679 hezar 231 TL deynê muteahîdan, 1 milyon û 365 hezar 734 TL deynê wezareta Derdor û bajarvaniyê 3 milyon û  577 hezar 302 TL deynê SGK û bacê li pey xwe hişt. Deynê krêdiyan ê banka bajaran jî 208 milyon û 551 hezar û 166 TL deyn li pey xwe hişt.    Qeyûm bi giştî 759 milyon û 132 hezar 565 TL  deyn li pey xwe hişt.    MA / Ozgur Paksoy