Danişîna biryara Doza Panzêrê sibê ye: Biyarek adil û bêalî bidin 2019-06-18 10:22:36 ŞIRNEX – Sibê danişîna biryardayîna doza du birayên hev Yildirim ên li Silopiya panzêr li wan qelibandin û 2 polîs tên darizandin tê dîtin. Bavê zarokan Mesut Yildirim got: “Bila biryarek adil û bêalî bê dayîn.”    Di 3’ê gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê 2 polîsan panzêr li du zarokên birayê hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) qelibandin û jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê polîsê ajokarê panzêrê Omer Yegît û amirê wî Murat Maden de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tê dîtin. Li bendê ye div ê danişînê de dadger biryara dozê bide.    Dozger derbarê polîsan de tenê ji 2 salan heta 15 salan ceza xwestibû.    Bavê her du zarokan Mesut Yildirim têkildarî danişîna biryarê axivî û got: “Kujera bila bên cezakirin. Lê ya rast dema mirov lê dinêre pir zêde bendewariyek me jî nîne. Ji bo zarokên hin kesên din neyên kuştin, divê dadger adil û bêalî biryarê bide.”