Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyên nimêj nakin hat kirin 2019-06-18 09:57:47 XARPÊT – Hat îdakirin ku girtiyên li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê di hucreyên yek kesî de dimînin bi hêceta nimêj nakin îşkence û muameleya xerab li wan hat kirin.    Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi îşkence û muameleya xerab dîsa di rojevê de ye. Hat îdakirin ku girtiyên li Girtîgehê di yek hucreyan de dimînin îşkence û muameleya xerab li wan hat kirin. Yek ji van girtiyan jî Ferît Bademkiran ê di 2015’an de li Amedê hat girtinê ye. Bademkiran di havîna 2017’an de sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hatibû kirin.    Bademkiran nêzî 5 mehan e di hucreya yek kesî de tê hiştin û ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî 88 roj di greva birçîbûnê de mabû. Piştî girtiyan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin li dijî wan zext hatine zêdekirin.    ‘ÎŞKENCE LI GIRTIYÊN NIMÊJ NAKIN HAT KIRIN’   Malbata Bademkiran hefteya bihûrî bi kurê xwe re hevdîtin pêk anîn. Bavê Bademkiran, Bahrî Bademkiran da zanîn ku şalik danîne hucreyên girtiyan û girtiyên nimêj nakin îşkence, heqaret û muameleya xerab li wan kirine.    ‘BI TAYÎNKIRINA MIDÛRÊ NÛ RE ZEXT ZÊDE BÛNE’    Bademkiran anî ziman ku kurê wî di greva birçîbûnê de gellek zeîf bûye û pirsigrêkên tenduristiyê pê re peyda bûne û baş nayê dermankirin. Bademkiran diyar kir ku ji ber îşkence li kurê wî hatiye kirin di hevdîtinê de wan nas nekiriye û bi tayînkirina midûrê nû re li girtîgehê zext zêde bûne.    ‘LI DIJÎ ÎŞKENCÊ BÊDENG NEMÎNIN’    Bav Bademkirin xwest raya giştî li dijî îşkenceyê bi hestiyar be û banga piştevaniyê kir. Bademkiran anî ziman ku wî û malbatên girtiyên din ên îşkence li wan hatiye kirin serî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê dane û piştevaniya hiqûqî ji wan daxwaz kirine.    Li ser van angaştan em li Miduriyeta Gîrtîgehê geriyan û bersiv nedan telefona me.    MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç