ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-18 09:00:18 * Li Wanê nalbûran jî bandor ji krîza aborî girt. Esnafên bi dolaran alavan dikirin, diyar kirin ku heta li welat nêvengeke ewle çênebe wê rewşa aboriyê baş nebe.  * Rojnamevan Ayşe Duzkan ku ji ber di kampanyaya "Derhênerê Weşana Giştî ya Nobedar" a Ozgur Gundemê de cih girtibû 4 mehan di girtîgehê de ma, got: "Li Tirkiyeyê tu demê rewşa azadiya fikr û ramanê pir baş nebûye. Di warê azadiya çapemeniyê de jî, serdema darbeyê li derveyî vê dihêlim, dikarim bêjim serdema herî xirab e."    * Esnafên Sîteya Traktorvanên Rihayê, diyar kirin ku ew makîneyên çandiniyê dikirin lê belê nikarin bifiroşin û got: "Berê li bazarê rêjeya traktorên sifir 80 jis edî bû, lê belê li herêmê niha ev hejmar 10 ji sedî ye."    * Tekane kolînerê Rihayê Mûrat Yontem, bal kişand ser krîza aborî û got: "Eger wisa dewam bike ez ê ji mecbûrî dev ji vî karî berdim."   * Erol Cengîz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 27 rojan di rojiya mirinê de ma, got: "Êdî aştî, edalet û demokrasî daxwaza her kesî ye. Loma divê em jî li ser bilindkirina têkoşînê hûr bibin û nîqaş bikin."    * Stenboliyan, diyar kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de neheqî li Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye kirin, lê belê ji bo ew rê li ber vê neheqiyê bigirin ew ê di 23'yê Hezîranê de biçin ser sindoqan.    * Serokê Hilberînerên Serayê yên Behra Spî Tansel Îzgî, bal kişand ser rewşa cotkarên serevaniyê dikin û destnîşan kir ku ji ber maliyetên zêde cotkar dixisirin.   * Sê xwişkên hev ji bo debara xwe bikin, dikanek vekirin û dest bi firotina nanê tenûrê kirin. Her sê xwişk hem çanda nanê tenûrê didomînin hem jî pereyan qezenc dikin.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş wê bi SEGBÎS'ê tev li danişîna dadgeha kampusa Girtîgeha Sincanê bibe. (10.00)    * Danişîna doza Bayram Demirhan ê li dijî tecrîdê ket grevê û kor bû, wê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê wê li dijî binçavkirina endamên meclîsa ciwanan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)    * Rêxistina ESP'ê wê li dijî binçavkirina edîtorêin ETHA li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, wê li Otela Taksim Hill'ê bi çapemeniya navneteweyî re bê cem hev. (11.00/15.00/19.00)   * Jin wê ji Deriyê Rihayê de dest pê bikin û Bircên Sûrê paqij bikin. (17.00)