ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-20 09:00:18 * 3 ji wan girtî 11 zarokên ji Sûrê hatibûn derxistin, bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" dadgeha herêmî 36 sal ceza dabû zarokan û Dadgeha Edliyeya Herêmê ya  Dîlokê ceza xirab kir. Di biryarê de hat gotin ku cezayê li zarokan hatiye birin ne qanûnî ye û bi hincetên wekî nivîsên têrneker ceza li zarokan hatiye birîn, ev jî teqes sedema xirabkirina ceza ye. *Berdevdekê Demî yê Komîsyona Mafê Zarokan a (ÎHD) Îsa Orken, diyar kir ku piştî Tirkiye madeyên 17, 29 û 30 ên Peymana Mafê Mirovan îtîraz kir, herî zêde madeya 19’emîn hat îhlalkirin û wiha got: “Ji xwe bi destê dewletê zarok tên kuştin. Divê ev îtîraz bên rakirin.”   * Doza polîsên di 2013'an de li Qereqola Polîsan a Sitelerê zarokê 8 salî D.O darp kirin 4 salin hêj bi encam nebûye. Polîsên işkence li D.O. kirin, hêj li ser karin.    *Qeyûmê tayînê Şaredariya DBP’a Akdenîzê hat kirin, Navenda Jinan a ÎŞTAR’ê bê rol û mîsyon hişt û dûre ji veguherand unîteya paqijiya. Xebatkarên jin ên navendê jî bi necarî îstîfayê dikin.     *Sekreterê Giştî yê Malî yê Egîtîm Sen’ê Ahmet Karagoz diyar kir ku di perwerdehiyê de wekheviya keysê tune ye û got: “Di demên dawî de AKP’ê zarokên malbatên xizan û kedkaran radestî weqf, komele û cematên bi protokol kiriye.”    *Songul Denîz serî li VAKAD’ê da, diqadê de aktîf xebitî û bi çîroka xwe îlham da bi sedan jinan. Denîz, diyar kir ku 13 salin bi 2 keçên xwe re li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin.    *Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî re 5 roj man. Parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê jî di navde nêzî 8 hezar jin li girtîgehan 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Li girtîgehan 26 jê giran 75 jin tevî nexweşin jî girtî ne û bi hinceta OHAL'ê nayên dermankirin.    * Femînîst Parêzer Dîren Cevahîr Şen, daxistinên kuştinên jinan ên dadgeriyê mîna “daxistinên zilamtiyê” nirxand û wiha got: “Heman daxistin, ji bo jinên xwe parastin, ne darbas dare.”   *Li Qoserê berî 13 salan Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi bavê xwe re hat kuştin, hîna jî kujên wan derve digerin. Qeyûmê şaredariyê, bîrdariya ji bo bîranîna Kaymaz hat danîn, rûxand. Dayîk Makbule Kaymaz ku di salvegera mirina kurê wê bi KHK’ê ji kar avêt, got ku ev êşekê ku nayê tarîf kirin û her roj wan bibîr tînim.     *Gulê Elçîçek, bertek nîşanî rûxandina gora birayê xwe Abdullah Eçîçek ê PKK’î yê li Çiyayê Kato da û wiha got: “Tehemula hestiyên me jî nakin.”   *Bi qanûna Torbe ya di Meclîsê de tê nîqaş kirin re dixwazin qanûnên çêre û peravan biguherin. Ekolojîst Beyza Ustun, raya giştî hişyar kir û wiha got: “Dê derya bibin çol û perav jî dûr bikevin.”   *Endamên Piştevaniya LGBTÎ ya Edeneyê,  diyar kirin ku her roja derbas dibe êrîşên li ser wan zêde dibin û wiha gotin: “LGBTÎ yên ji ber ewlehiya wan a civakî û dahatuyeke wan a bi pergal tuneye, rastî cudakariyê tên û nikarin xwe biparêzin.”    * Şaxa SES'ê ya Amedê, dê di çarçoveya çalakiyên  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya  Li Ser Jinê ya Navneteweyî li Postexaneya Ofîsê dê kartan ji jinên girtî re bişînin. (11:30)    * Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP'ê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya  Li Ser Jinê ya Navneteweyî li avahiya HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)    * Dê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê û Şaxa SES'ê ya Amedê bi boneya Roja MAfê Zarokên Cîhanê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê lidarbixin. (12.00-12:30)    * Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 257'an de û çalakiya li Kolana Yukselê ya "Em karê xwe başve dixwazin" jî di roja 377'an dê berdewam bike. (13.30/18.00)