Desteya Çandinî û Aboriyê: Şewatê 19 milyar lîre zerar da welatiyan 2019-06-17 18:45:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser, diyar kir ku ji ber agir bi zeviyan ket û zeviyên genim şewitîn, welatiyan bi 19 milyar lîreyên Sûriyê zerar kir û 7 welatî şewitîn.   Bi destpêkirina demsala çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber agir bi zeviyan xistin, bi sed hezaran dolim zeviyên genim û çandiniyê şewitîn. Rêveberiya Xweser diyar kir ku bi zanebûn zevî û çandinî şewitandine û zerar dane gel. Desteya Aborî û Çandiniyê û Rêveberiya Xweser agahî dan. Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê  ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Xezîm, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku rûbera zeviyên ku ji 16`ê Hezîranê ve û heya niha şewtîne derdora 40 hezar û 860 hektar e û ev agahi dan: Serjimariya şewatan li herêmê wiha ye; herêma Cizîrê 34 hezar û 600, herêma Firatê 2 hezar û 450, Tebqa hezar û 800, Reqa hezar û 500, Dêrazor 350 û Minbicê 110 hektar in. Hezar û 650 turik jê hezar û 500 li Tebqa û 150 li Dêrazorê şewitîn. Tevî ku 2 hezar dar jê 500 dar li herêma Firatê û hezar û 500 li Tebqayê, 3 alavên çandiniyê ( 2 patoz û tirektorek) û malek li herêma Cizîrê şewitîn. Bi 19 milyar lîreyên Sûriyê zerar çêbûye."     7 KES ŞEWITÎN   Emel, da zanîn ku ne tenê zirarên madî çêbûn û wiha got: "7 kes ji hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û şêniyan dema hewl didan şewatan vemirînin jiyana xwe ji dest dane. Heman demê de bi dehan kes birîndar bûne.” Emel, diyar kir ku gelek sedemên şewatan hene û wiha pê de çû: “Desteyê, şewatên ku çêbûne bi sê cureyan sinifandin; bi zanabûn, rewşa hawayê û şaştî." Emel sersaxî ji qurbaniyên şewatan re xwest û wiha bi dawi kir: "Sedema piraniya şewatên ku li herêmê çêbûne ne diyar bû. Ew bi zanabûn hatiye şewitandin. Gelek şewat ji ber çîka kerhebeyê çêbûn, yek tenê jî li herêma Cizîrê bi sedema birûskê pêk hat. Gelek haletên din jî ji ber şaştiyan bûn, jê avêtina boçikên cigareyan li ser rêyên giştî û nêzî zeviyan. Hinek din jî ji ber çirûska şatmanên alavên çandiniyê."   Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî girêdayî geşedanên lêkolînên ku ji bo naskirina sedemên şewatan çêkirine got: "Şopandin û lêkolîn berdewam e û di demek guncew de dê encam werin ragihadin".