ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-17 09:00:28 * Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir. Cotkar diyar dikin ku ji ber şiliya îsal tesîrê li ser zeviyên wan kiriye xêr û bêr wek salên berê nebaşe û kar û zirara wan hev dernaxe. Karkerên ku çinîna pîvazan jî dikin ku gotin ji ber germê karê wan gellek zor e û bi qasî keda ku didin yewmiya xwe nastînin.  * Hostayê niqirandina keviran Fesîh Gundogar piştî “Maketa Sûrê” dest bi çêkirina Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê kir. Gundgor dê destpêkê Sûrên Amedê û paşê jî berhemên dîrokî yên Mezopotamyayê çêbike û li muzeyê bi cih bike.   * Bavê Ekrem Kaceroglu yê di çalakiyên şermezarkirina Kobanê de bi lîncê hat kuştin, Bedreddin Kaceroglu, bertek nîşanî biryara rakirina girtina 3 bersûcên ji kuştina kurê wî tên darizandin da û wiha got: "Emê lêgerina xwe ya edaletê berdewam bikin. Bila Ekremên din neyên kuştin."    *Alîkarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Azad Bariş, diyar kir ku wan di 31’ê Adarê de desthilatdarî têk bir û got: “Ger em Stenbolê qezenc bikin emê Tirkiyeyê qezenc bikin. Ji ber vê em bang li hemû hilbijêrên xwe dikin ku deng dibin Ekrem Îmamoglû.”   * Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î, diyar kir ku li Xelfet û Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Enqerê bûyerên îşkenceyê yên tirsnak hatin jiyîn û got: “Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûndir, midûriyetên polîsan û li navendên binçavkirinê îşkenceyên zêde bûne, hene.”    * Li Heskîfê, pira ji bo barkirina avahiyên dîrokî hat avakirin, pêşiya koçkirina masiyan digire.    * Prof. Dr. Selçûk Ertekîn, diyar kir ku mirov xwezayê texrîp dikin û got: “Ev jî, dibe sedem ku pergala xwezayî xera bibe. A rastî pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye. Divê hemû kese, sazî û dezgeh erka dikeve ser milê wan bicih bînin.”    * Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê li Fakulteya Baytarî ya Zanîngeha Enqerê bi sûcdariya êrîşa zayîndî li dijî Ç.B. pêk anî hatibû girtin, hat berdan. Parêzera Ç.B. Asli Arihan, diyar kir ku ji bo îtîraza biryarê hemû rê girtin û got: “Ji bo ku Bîlgîlî cardin bê girtin emê daxwazneme bidin.”   *Hevserokên bajar û navçeyan ên HDP'ê dê li avahiya partiyê ya Amedê bicivîn. (10.00)   * Rêxistina ESP'ê ya Edenê, darbarê binçavkirina rêveberiyên xwe de, dê li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)