Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî 2019-06-16 16:38:16   KOBANÊ - 50 hektar zeviyên çandiniyê yên li gundê Cilik ê başûr rojhilatê Kobanê şewitîn. Tîmên agirkujiyê, şênî û endamên YPG`ê mudaxale kirin û şewat vemirandin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend rojin zeviyên çandiniyê dişewitin. Di şewata îro de 50 hektar zevî şewitîn. Îro jî agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Cilik ê başûr rojhilatê bajarê Kobanê ket. Sedema wê nehat diyarkirin. Di encama wê de zêdeyî 50 hektar ên zeviyên genim û ceh hatin şewitandin. Tîmên agirkujiyê, endamên YPG`ê û şêniyan berê xwe dan cihê bûyerê û agirê ku praniya zeviyên gund şewitandin, vemirandin. Rêjeya zeviyên nehatiye çinîn ji sedî 40 hat şewitandin û yên din jî yên ku beriya niha hatibûn çinîn. Ji ber şewat nêzî gund bû xeterî li ser malên welatiyan hebû.