Rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez bên berdan 2019-06-16 15:10:40   STENBOL – Rêxistinên Rojnamegeran têkildarî serdegirtina ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û binçavkirina rojnamegeran daxuyanî dan û xwestin bi lez rojnamegerên hatin binçavkirin bên berdan û zexta li ser çapemeniyê bi dawî bibe.    Rêxistinên Çapemeniyê yên DÎSK-Basin İş, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) têkildarî serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) û binçavkirina 6 jê rojnameger 7 kesan daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Rêxistinên rojnamegeran anîn ziman ku rojnameger ji ber karê rojnamegeriyê dikin tên binçavkirin û girtin û xwestin zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran bi dawî bibe. Rêxistinên Rojnamegeran da zanîn ku her çend OHAL bi dawî bibe jî tundiya li dijî çapemeniyê û rojnamegeran dawî nebûye û rojnamegerên rastiyan dinivîsin tên binçavkirin û girtin. Rêxistinên çapemeniyê anîn ziman ku karê Rojnamegeriyê ne sûc e û xwest rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez serbest berdin. Rojnamegeran xwest 3 rojnamegerên Ozgur Gelecek en li Bûrsa jî hatin binçavkirin bên berdan.