TJA: Ji bo azadiya jinê heta dawiyê têkoşîn 2019-06-16 15:09:18   AMED - TJA'yê ji bo Sema Yuce ku sala 1998'an de li Girtîgeha Çanakaleyê agir berdabû laşê xwe û jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek da û diyar kir ji bo azadiya jinê dê heta dawiyê têbikoşin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo salvegera roja mirina Sema Yuce ku di Newroza sala 1998'an de li Girtîgeha Çanakaleyê agir berdabû laşê xwe û di 17'ê Hezîran heman salê de jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyeke nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniyê de ji bo Yucel ev tişt ragihand: "Em hemû hevalên xwe yên ku  ji bo azadiya jinê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane di şexşê Sema Yucel de bi bîr tînin. Em ê weke şopdarên pêşengên xwe yên xwedî jiyan û wateyên mezin dê ji bo azadiya jina Rojhilata Navîn û Kurdistanê heta dawiyê têbikoşin."    'YUCE, BI LAŞÊ XWE BÛ PIRA JI AGIR'   TJA'yê di berdewama daxuyaniya xwe de jî ev tişt anî ziman: "Sema Yuce ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bi laşê xwe yê şewitî hem bû pireke ji agir û hem jî tevdebûna di navbera roja jidayikbûna gelê kurd Newrozê  û 8'ê Adarê de derxist holê. Li hemberî polîtîkayên tûndî, îşkence, xistin, teslimgirtina jinê û ji mafê girtiyan bê par hiştinê li Girtîgeha Çanakaleyê jiyana xwe feda kiriye. Bi vê yekê felsefeya azadiyê, rêbazên têkoşînê û sekna jinê ya hem li hemberî nêzikatiya xwespêrgerî û desthilatdariya zilamtiya kurd û hem jî polîtîkayên netewperest û zayendparêz nîşan daye û gihîştiye heqîqeta xwe. Nîşan daye ku jin dikare bibe pêşeng û avakara civaka azad. Em hemû hevalên xwe yên ku  ji bo azadiya jinê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane di şexşê Sema Yucel de bi bîr tînin. Em ê weke şopdarên pêşengên xwe yên xwedî jiyan û wateyên mezin dê ji bo azadiya jina Rojhilata Navîn û Kurdistanê heta dawiyê têbikoşin."