Derket holê ku qeyûm ketina Rojnameger Kanbal a şaredariyê asteng kiriye 2019-06-16 13:40:16   MÊRDÎN - Demek e ketina Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi hinceta "Ferman ji jor hatiye" tê astengkirin. Derket holê ku ferman ji aliyê qeyûmê berê û Walî Mustafa Yaman ve hatiye dayîn.    Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kambal, piştî nelirêtî, dizî û îhaleyên ne li rê yên di serdema Qeyûmê Mêrdînê de kirin nûçe û bi raya giştî re parve kir, demek e ketina Rojnameger Ahmet Kanbal a Şaredariya Mêrdînê hatiye qedexekirin. Derket holê ku astengiya polîsan a li pêş Kanbal a bi hinceta fermana Wezîrê Karên Hundir a "Dizî" heye, dihat nîşandan, qeyûmê berê yê Mêrdîn bi devkî ferman daye. Derket holê ku Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku qeyûm tayîni şaredariyê bûbû bi awayekî devkî ferman daye polîsan û ketina Kanbal a Şaredariyê asteng dike.    Li aliyê din Kanbal bi rêya parêzerê xwe têkildarî qedexeya ketina Şaredariyê daxwazname da Walitiya Mêrdînê lê heta niha tu bersîv jêre nehatiye.