Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin 2019-06-16 13:12:56   ÊLIH - Hewldana 78'an, bi armanca li dijî talankirin û xerakirina Heskifê bertekên xwe bînin ziman xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê Qeymeqamê Heskîfê destûr neda daxuyaniyê.    Hewldana 78'an, li dijî talankirin û xerakirina Heskifê xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê Qeymeqamê Heskîfê destûr neda ku komele daxuyaniyê bide. Qeymeqamiyê diyar kir ku hemû çalakî û bernameyên li navçeyê hatine betalkirin û ji ber vê yekê destûr nadin vê çalakiyê jî. Duh Meclisa Jinan a HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê xwestibû daxuyaniyê bide û ji aliyê qeymeqamiyê ve hatibû astengkirin. Li aliyê din dorpêça polîs û eskeran a li dora Heskifê di saetên êvarî de hat rakirin.