Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya: Rojnamegerên di bin çavan de berdin 2019-06-16 11:35:04   AMED - Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya, bertek nîşanî serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û binçavkirina rojnamegeran da û got: "Rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez serbest berdin."   Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya, bi armanca serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û binçavkirina rojnamegeran şermezar bike daxuyanî da û got: "Rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez serbest berdin." Platformê di daxuyaniyê de anî ziman ku rojnameger li dijî van serdegirtin û binçavkirinan qet bêdeng namînin û wiha got: “Li Tirkiye her roj binpêkirina mafan rû didin. Polîsên girêdayî midûriyeta polîsan a Stenbolê bi hinceta der barê pêveka Rojnameya Atilim a Îstanbul Sokakta  duh bi ser Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) de girtin. Di serdegirtinê de 6 jê rojnameger 7 kes binçav kirin. Malpera înternetê bi BTK asteng kirin. Dîsa di 13'ê hezîranê de bi ser nûnertiya Rojnameya Ozgur Gelecek a Bûrsayê de girtin û 3 nûçegîhanê wê binçav kirin. Dest danîn ser hemû amûrên wê. Çapemeniya azad ku heta niha li dijî hemû zext û tundiyan dengê xwe bilind kiriye wê ji niha û şûnde jî dengê xwe bilind bike. Em binçavkirin û serdegirtina li dijî çapemeniya azad qebûl nakin. Tirkiye bûye welatê ku herî zêde rojnameger lê hatine girtin. Bi dehan rojnameger ji ber nûçe çêkirine hatine girtin. Hempîşeyên me yên hatine binçavkirin ji ber rastî nivîsandine hatine binçavkirin. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya diyar dikin ku emê piştevaniya çapemeniya azad mezin bikin. Em li pişt hevalên xwe ne. Rojnamegerî ne sûc e. Bi lez hevalên me yên di bin çavan de serbest berdin."