Şaredariya AKP'î ku tabelayên Kurdî daxistin perava Golê paqij nake 2019-06-16 10:49:49   BEDLÎS - Şaredariya AKP'î ya Tetwanê ku tabelaya Kurdî daxist, peravê Gola Wanê paqij nakin. Welatiyên ku ji bo demsala havînê tên peravê avê û dixwazin avjeniyê bikin ji ber qrêjiya peravên golê nikarin avjeniyê bikin û seyranê bikin.    Şaredariya AKP'î ya Tetwanê ku bi daxistina tabelayên Kurdî bûbû rojev, karê paqijiyê nake. Perava Gola Wanê ku dikeve nava sînorê Tetwanê ji ber şaredarî paqijiyê nake di nava qirêjiyê de maye. Welatiyên ku dixwazin bên li vir seyranê bikin û behna xwe bidin ji ber perav qirêj e nikarin seyranê bikin û nikarin avjeniyê bikin. Ji ber şaredarî paqijiya peravê golê nake û ava kanalizasyonê dikeve peravê golê li aliyekî bêhna genî belav dike, li aliyê din hemû peravê golê qirêj e û welatî nikarin bên li vir behna xwe bidin. Welatî ji ber xizmeta şaredariyê bi bertek in.    Welatî Erkam Usul, anî ziman ku peravên Gola Wanê gelek xweş in, lê ji ber şaredariya AKP'ê paqijiyê nake tev di nava qirêjiyê de dimînin û welatî nikarin li vir seyranê bikin. Usul, da zanîn ku ger ku perav bên paqijkirin wê gelek turîst û welatî bên li vir seyranê bikin û cihekî pir xweş e. Usul, da zanîn ku ji ber qimet nayê dayîn û paqijî nayê kirin welatî bêzar dibin û ji vir dûr dikevin. Usul, xwest şaredarî erka xwe pêk bîne û peravê paqij bike.    Welatî Eyup Goymar jî anî ziman ku xet paqijiya peravê nayê kirin û hemû ava qirêj diherike ser peravê û avê qirêj dike. Goymar, da zanîn ku ji ber av qirêj dibe û genî dibe bêzar dibin û xwest demek berî demekê şaredarî peravê golê paqij bike.