Ji ber debra îsal kêm e, cotkar ji bo berê dudoyan dudilî ne 2019-06-16 09:11:13   MÊRDÎN - Li Mêrdînê, îsal ji ber debra zad kêm bû, cotkar ji bo çandina berê dudoyan dudilî ne. Cotkar, dixwazin maliyet kêm bibe.    Îsal ji ber barana zêde çandinî dereng dest pê kir û ev yek bû sedema ku kêmbûna debra zad. Bi ser de jî Wezareta Bazirganiyê bi hinceta "pêkanîna îstikrarê, parastina mezaxêran û rêgirtina li ber spekulasyonê" sînor li ber îxracatkirina arvan danîbû. Her wiha ligel van, zêdebûna kûra dowîzî, bihabûna fiyetên mazot, gubre, tov û dermanên çandiniyê jî bû sedema zêdebûna maliyetê. Ji ber vê cotkar gelekî tegngav bûne. Li Mêrdînê jî cotkar niha ji bo çandina berê duyemîn dudilî ne.    Ajovanê bîçerê Mehmet Kizil ku li gundê Tilşîrez ê Qoserê 200 donim genim diçînîne, diyar kir ku li gor par debra îsal pir kêm e. Kizil, destnîşan kir ku derengketina çinîna zad û zêdebûna fiyetên mazotê tesîr li wan jî kiriye. Kizil, anî ziman par di meha Hezîranê dest ji bo çinînê diçûn herêmê din, lê îsal nikaribûne biçin û got: "Karê ku berê me bi 2 hezar lîreyî dikir, niha em bi 3 hezar û 500 lîreyî dikin. Wekî me ev yek tesîrê li cotkaran jî dike."    'MAZOT BÛ 6 LÎRE LÊ HÎN JÎ GENIM LÎREYEK E'    Cotkar Mesût Coçkûn li 620 dinim genim çandiye, diyar kir ku par serê donimê 500-600 kîlo genim diçinî, lê belê îsal 300-350 kîlo jê hatiye. Coşkûn, bilêv kir ku heta dema debrê wî 170 hezar lîre mesref kiriye û mesref hîn didomin û got: "Eger wisa biçe wê 180 hezar lîre di dest me de bimîne. Ev jî tê wateya ku em ê bixisirin."    Coşkûn, niha dudilî bûye ku di serdemeke din de çandiniyê bike ya na û got: "Hîn em deynê xwe yê serdema din didin. Ez nikarim erdê xwe bajom. Çimkî mazot pir biha bûye. Cotkar perîşan bûne. Dema mazot 3 lîre bû, kîloya genim bi lîreyekê bû. Niha mazot bûye 6 lîre lê hşn jî kîloya genim bi lîreyekê ye."    DEYNÊN BANKEYÊ   Halîl Coşkûn ku 120 donim genim çandiye, bal kişand ser kêmbûna debrê û qalîteya genim. Coşkûn, destnîşan kir ku divê maliyet kêm bibin, ji ber em di çandina berên dudoyan de dudilî ne. Coşkûn got: "Em deyndarê bankeya ne. Faîz jî zêde bûn. Niha em ketina dayîna deynên xwe."    Serokê Komeleya Cotkaarên Qoserê Mîkaîl Erbey jî bal kişand ser pirsgirêkên hilberîneran. Erbey, diyar kir ku fiyetê ku Ofîsa Mahsûlên Çandiniyê (TMO) diyar kiriye divê li gor ê par neyê nrixandin. Erbey, destnîşan kir ku çimkî maliyet sê qat zêde bûne û loma fiyetê ku TMO duyar kiriye kêm e û divê demildest maliyet kêm bibin.    MA / Ahmet Kanbal