Ji 828 serlêdanan tenê 3 serlêdan qebûl kirin 2019-06-16 09:07:48   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 828 caran serî li dozgeriyê dane, lê belê ji evan serlêdana tenê 3 jê hatine qebûlkirin.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 11'ê Tîrmeha 2011'an heta niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin 828 caran serî li dozgeriyê dane. Ji evan serlêdana tenê 3 jê hatine qebûlkirin. Piştî 8 salan cara ewil parêzer di 2'yê Gulana 2019'an de çûn Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtin bi muwekîlê xwe re çêkirin.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û ROJIYA MIRINÊ DEST PÊ KIRIN    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratî (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemrgê Leyla Guven, ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe di 7'ê Mijdara 2017'an de li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya Guvenê di demeke kurt de li tevahiya girtîgehan û gelek welatan belav bû. Li girtîgehan bi hezaran girtî  tev li greva birçîbûnê bûn û ji evan girtiyan 15 jê di 30'yê Nîsanê de çalakiya xw eveguherandin rojiya mirinê û di 10'ê Gulanê de jî 15 girtiyên din tev li rojiya mirinê bûn. Piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê parêzerên Ocalan di 2'yê Gulanê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn. Parêzeran di 22'yê Gulanê de careke din hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn. Li ser bangawaziya Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Herî dawî parêzer di 12'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn.    249 SERLÊDAN NEHATIN QEBÛLKIRIN    Ji 27'ê Tîrmeha 2011 heta niha parêzeran 828 caran serî li dozgeriyê daye û tenê 3 caran hevdîtin bi Ocalan re pêk anîne. Piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an parêzeran 43 caran serî li dozgeriyê dan û hemûs erlêdan hatin redkirin. Serlêdanên parêzeran bi hinceta "keştî xirabe ye", "rewşa hewayê xirab e" hatin redkirin. Di sala 2012'an de parêzeran 104 caran serî li dozgeriyê da, lê hemû hatin redkirin. 73 jê bi hinceta "keştî xirabe ye", 14 jê bi hinceta "hewa nebaş e", 16 jê bi hinceta "keştî tê selihandin" û 1 jê jî "ji ber betlaneya cejnê" hat redkirin. Di sala 2013'an de jî 102 caran serî li dozgeriyê dan. Ji evan serlêdana 82 jê bi hinceta "kşetî xirabe ye", 12 jê bi hinceta "hewa nebaş e", 4 jê bi hinceta "koster xirabe ye" û 4 jê jî bi hinceta "betlaneya fermî" hatin redkirin.    DI 3 SALAN DE 104 SERLÊDAN NAHTIN REDKIRIN    Di sala 2014'an de parêzeran 104 caran serî li dozgeriyê da, lê belê tevahiya van serlêdana jî hatin redkirin. Ji evan serlêdana 86 jê bi hinceta "keştî xirabe ye", 9 jê bi hinceta "hewa nebaş e", 6 jê bi hinceta "keştî tê selihandin" û 3 jî bi hinceta "betlaneya fermî" hatin redkirin. Di sala 2015'an de jî parmzeran 100 serlêdan pêk anîne. Lê belê ji evan 56 jê bi hinceta "keştî xirabe ye", 20 jê bi hinceta "keştî tê selihandin" û 24 jê bi hinceta "hewa nebaş e" hatin redkirin.    Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an parêzerên Ocalan 124 caran serî li dozgeriyê dan. Piraniya serlêdanan bi "biryara dadgehê" hatin redkirin. Ji evan serlêdanan 62 jê bi "biryara dadgehê" hatin redkirin. Parêzeran di 19-20'ê Tîrmeha 2016'an de careke din serlêdan pêk anîn û vê carê hat gotin "şert û merc çêbibin" hat qebûlkirin. Serlêdana di 26'ê Tîrmeha 2016'an de hat kirin jî, dozgeriyê esas negirt û ji girtîgehê re neşand.    14 SERLÊDAN BÊBERSIV MAN    Di sala 2017'an de jî 100 serlêdan hatin kirin û hemû bi "biryara dadgehê" hatin redkirin. Di sala 2018'an de jî 102 serlêdan pêk hatin ev jî bi "biryara dadgehê" hatin redkirin. Ji meha Çileyê ya 2019'an heta niha 49 serlêdan pêk hatine û ji evana tenê 3 heb jê hatine qebûlkirin. Di 17'ê Nîsanê de "biryara dadgehê" hat betalkirin û piştî vê parêzeran 3 caran hevdîtin pêk anî. Ji 49 serlêdanên hatin kirin 14 jê bêbersivv man.    MA / Sadiye Eser