Rojnamevan Kaplanoglû hat berdan 2019-06-15 18:23:23   STENBOL – Rojnamevan Ozan Kaplanoglû hat berdan.    Edîtorê Bursamuhalif.com'ê Ozan Kaplanoglû bi hinceta heqaret li Serokomar Tayyîp Erdogan kiriye hatibû girtin, hat berdan. Kaplanoglû ku di Gulana 2017'an de hatibû binçavkirin piştî 3 mehan hatibû berdan. Ji ber 11 meh û 20 cezayê lê hatibû birîn hatibû qebûlkirin di 31'ê Gulanê de dîsa hatibû girtin. Kaplanoglû îro ji Girtîgeha Tîpa E ya Bûrsayê derket.    Kaplanoglû bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.