Tevî rapora ATK’ê Aslan ê ji sedî 80 astengdar bernadin 2019-06-15 17:09:51   ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtî Cemal Aslan li gel ATK'ê rapora ji sedî 80 astengdar e daye wî jî nayê berdan û xwest Aslan serbest bê berdan.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 250'i de daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatifê, li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da û di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê li Girtîgeha Tîpa T -2 a Rihayê Cemal Aslan. Li ser navê Înîsiyatifê Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da. Çevîrmen diyar kir ku li gel ATK'ê rapora ji Cemal Aslan nayê berdan û xwest Aslan bê berdan. Çevirmen, anî ziman ku Aslan bi nexweşiya FSH (Fasiyo Skapulo Humeral Musküuer Distrofi)  ye û pasurkên wî dihilîne. Niha nêzî 40 kîloyan e û nikare li xwe binere. Li gorî rapora nexweşxaneyê ji sedî 80'ê astengdar e û bi alîkariya kesekî din dikare bijî. Kesekî ji sedî 80 astengdar û nikaribe pêdiviyên xwe bi cih bîne çawa dibe ku ewlehiya civakê tehdît dike. Ji bo cezayê Aslan bê talaqkirin serî li dozgeriye dane. Lê serlêdana wî hatiye redkirin."