Eskerên ku kamuflajê pêşmergayan li xwe dikin li Bradostan kontrola rê dikin 2019-06-15 15:44:28 DIHOK - Komek eskerên TSK’ê yên li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê operasyonê bi rêve dibin, bi kamuflaj û wesayîtên pêşmergayan, li cihên nêzî herêmên dibin kontrola HPG û YJA Starê de ne, kontrola rê dikin.     Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên bi hevkariya KDP’ê li qadên Bradost ên Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê dest bi operasyonê kirin, li Sîdekanê bi kamuflaj û wesayîtên pêşmergayan, li cihên nêzî herêmên dibin kontrola HPG û YJA Starê de ne, kontrola rê dikin. Gelê herêmê, diyar kir ku komek eskerên Tirk kamuflajên pêşmergeyan li xwe dikin, dem bi dem saet 4 sibê û 7 şevê, çavderî û kontrola herêmên dibin kontrola HPG’iyan de dikin.    DIXWAZIN CIHÊN KONTROLÊ AVA BIKIN   Li gorî agahiyan, komên TSK’ê dixwazin li hin gundan cihên kontrole ava bikin. Hat ragihandin ku TSK dixwaze li van cihên kontrolê yekîneyên taybet bi cih bike û di pevçûnên dawî de van yekîneyên taybet çend winda dane. Hat zanîn ku li herêmê komên TSK’ê giranî dane ser xebatên sîvîlan û bi alîkariya hikumeta herêmê civînan ji gel re çêdikin û ji wan dixwazin ku piştgiriyê bidin operasyonê. Himeta herêmê bi piştgiriya MÎT’ê vê operasyonê bi rêve dibe û ev operasyon dewam dike.    MUDAXILEYÎ GEL DIKIN    Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, esker bi rehetî dikevin gundan û bi rehetî jî mudaxileyê gel dikin. Hat diyar kirin ku TSK’ê di warî leşkerî de li Xakûrkê negehiştiye armanca xwe û qeymên mezin dane û ji ber vê yekê ji bertekên gel tirsek mezin dijîn. Hat destnîşan kirin ku gel li dijî bêdengiya hikumeta herêmê û helwesta wê ya li hemberî operasyonê bi berteke û ev yek jî dibe sedam fikar û gumanên mezin.