Li aqûbeta 6 welatiyan pirsîn 2019-06-15 15:38:11   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û Xizmên Windayan li aqûbeta 6 welatiyên di sala 1993'an de li bajarokê Bêspîn a Silopiya piştî hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn û xwestin kujerên wan bên darizandin.    Endam û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Îzmîrê û Xizmên Windayan vê hefteyê jî çalakiya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li navçeya Konakê ya Îzmîrê li dar xist. Pankarta "Winda diyar in û faîl li ku ne" vekirin û li aqûbeta Îbrahîm Akil, Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Hamdo Şîmşek û Hîkmet Şîmşek ên di sala 1993'an de li bajarokê Bêspîn a Silopiya Şirnexê piştî hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn û xwestin kujerên wan bên darizandin. Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli çîroka hefteyê parve kir û da zanîn ku bi salen li gel xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têdikoşin.