‘Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî berdin’ 2019-06-15 15:28:22   STENBOL - Di “Rûniştina F” a hefteya 377’an de, hat xwestin ku rojnameber Nîzamenttîn Yilmaz ê pişika wî îflas kirî, bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwestin li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Polîsan di hefteya 377’an de dîsa çalakiya Komîsyonê ya li qada Galatasarayê asteng kirin. Komîsyonê, li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê daxuyanî da. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankarên “Nîzamettîn Yilmaz ê nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin.      Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa belavkarê rojnamyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Nîzamettîn Yilmaz ê pişika wî îflas kiriye.   Ji parazvanên mafê mirovan Taylan Bekîn daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand ser rewaş Yilmaz ê rewşa wî giran bûye. Bekîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Yilmaz karê belavkirina rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir. Ji ber belavkariya rojnameyan hat girtin. Berî bê giertin krîza dil derbas kir û talokeya wî ya jiyanê hebû. Yilmaz di 28’ê Adara 2018’an de hatin binçavkirin û girtin. Ji wê rojê û vir ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin. Yilmaz ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma. Piştî greva birçîbûnê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kirin. Yilmaz li vê derê hat muayene kirin û derket holê ku pişika wî îflas kiriye. Bijîşkan li ser vê yekê Yilmaz sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê kirin. Piştî kontrolê bijîşkan ji Yilmaz re gotin ‘Pişika te îflas kiriye.’ Bijîşkan wê demê jî ji Yilmaz re gotibûn ku nikare di vê rewşê de, di girtîgehê bimîne.”   ‘DAXWAZA SERLÊDANÊ QEBÛL NEKIRIN’’   Bekîn, da zanîn ku Yilmaz di 29’ê Gulanê de cardin dişînîn girtîgehê û wiha bilêv kir: “Yilmaz nikare di şert û mercên zindanê bijî. Ligel hemû hewldanên parêzerên wî jî, Saziya Tıpa Edlî daxwaza serlêdanê qebûl nekir. Di 26’ê Hezîranê de roja Çarşemê danişîna biryarê ya Yilmaz dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Ji bo Yilmaz di şart û mercên baş de bê tedawî kirin, divê bê berdan.”   Piştî axaftina Bekîn, çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Dermankirin mafe, nayê asteng kirin”, “Ji îşkenceya tecrîdê re êdî bese” û “Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc” bi dawî bû.