Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin 2019-06-15 14:08:33   RIHA - Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin û kolan û kuçeyên navçeyê paqij kir.    Şaredariya Pirsûsê ya di bin rêveberiya HDP'ê de ji bo di di warê paqijiyê de cudahiyek biafirîne û hişmendiya paqjiyê pêk bîne kampanya "Ji bo Pirsûsek paqij em dest bidin destên hev" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Hevşaredar Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, midûrên yekîneyan, amir, xebatkarên şaredariyê û encûmen bi hev re kolan û kûçeyên navçeyê paqij kirin. Hevşaredaran ji aliyekî ve paqijiyê kirin ji aliyê din ve jî bi welatiyan re sohbet kirin û li tengezariyên wan guhdar kirin.