Li Xakurkê rewşa dawî: Esker herêmê dişewitînin 2019-06-15 12:49:35 DUHOK - Operasyonên TSK'ê yên li Xakurkê didomin. Hat diyar kirin ku eskerên li herêmê bi cih kirin nikarin tev bigerin. Çavkaniyan anîn ziman ku esker herêmê dişewitînin.  Operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya di 27'ê Gulanê de li Xakurkê ya Herêma Kurdistana Federe didome. TSK'ê bi balafirên şer ên F-16 û helîkopteran herêm bombe kir. Li herêmê nêzî 20 rojin balafir herêmê bombe dikin. TSK, li herêma Çiyayê Şekif, Girê Lelikan, û Girê Şehit Derviş ku 2 kîlometre dûrî herêmê ye hewl dide bi cih bibe. Li aliyê din HPG jî bersîv dide eskerên TSK'ê û destûr nade bi cih bibe. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku balafirên TSK, be navber Çiyayê Lelikan, Ziraran, Kiwêrt, Şakiv, Gura Sêva û Evdil Kofî bombe dike.    ESKER HERÊMÊ DIŞEWITÎNIN   Hat diyar kirin ku balafirên şer û helîkopter bê navber herêmê bombe dikin, lê esker nikarin pêş bikevin. Hat zanîn ku esker ji bo çalakiyên HPG’iyan bi sînor bikin, agir berda herêma Tepê Sîro, Gombet ê girêdayî Geliyê Reş û Gundê Heşîmê. Çavkaniyan anîn ziman eskeran di 12'ê Hezîranê de şewat derxistine û şewat didome. Welatiyên dixwazin şewatê vemirînin jî ji aliyê eskeran ve tên astengkirin. Çavkaniyan anîn ziman ku bi armanca rê li pêş çzalakiyên HPG'ê yên li dijî wan bigirin herêmê dişewitînin.    Gelê herêmê jî li hemberî bêdengiya hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bertekên xwe anîn ziman.