HDP: Me nexşe derxist emê hemû hilbijêran bibin ser sindoqan 2019-06-15 11:31:26   ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku wê wekî hilbijartina 31'ê Adarê ji bo hilbijartina 23'ê Hezîranê jî bi îktîdara AKP-MHP'ê bidin windakirin û wiha got: "Me nexşe derxist. Em ê hemû hilbijêrên HDP’ê bibin ser sindoqan. Bila tu kes ji helwesta hilbijêrê Kurd nekeve nava şikê."  Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, xebaten ji bo hilbijartina 23'ê Hezîranê ya li Stenbolê pêk bê nirxand. Oluç, anî ziman ku HDP’ê çawa di hilbijartina 31'ê Adarê de bi îktîdara AKP-MHP'ê da windakirin wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de jî bi îktidara AKP-MHP'ê bidin windakirin. Oluç, destnîşan kir ku HDP hatiye asta ku li ku bixwaze dikare bide qezençkirin û li ku bixwaze dikare bide windakirin û wiha got: "Me di hilbijartina 31'ê Adarê de hêza xwe nîşan da. Me nîşan da ku êdî nedîtin û tunehesibandina HDP’ê bê wate ye. Em ê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de jî hêz û helwesta xwe nîşan bidin. Li Stenbolê li gorî reqemên fermî 16 milyon mirov dijîn. Bajarekî pir rengî û kozmopolit e. Dîsa paytextê aboriyê ye. Ji ber vê yekê Stenbol bajarekî temsîliya Tirkiye dike. Ji ber vê yekê qezençkirina Stenbolê pir girîng e. Bi taybetî di vê hilbijartinê de bêtir girîng e. Ji ber ku Stenbol 25 salin bi hişmendiya AKP'ê hat birêvebirin. Di 25 salan de her aliyê Stenbolê hat mijandin. Mêtîngerî li her derê pêş ket. Ji ber ku Stenbol navenda aboriyê ye AKP naxwaze Stenbolê ji destê xwe berde. Ger ku AKP Stenbolê winda bike hemû derfetên finansê jî winda dike."    'AKP STENBOLÊ WINDA BIKE NIKAKE ÎKTÎDARÊ BERDEWAM BIKE'   Oluç, da zanîn ku ger AKP Stenbolê winda bike, wê li Tirkiye hevsengiya siyasetê jî bê guhertin û wiha axivî. Îktîdara AKP'ê piştî Stenbolê winda bike nikare îktîdara xwe berdewam bike. Ev wê bi xwe re guhertina hevsengiyasiyasetê jî bîne. Ev wê bi xwe re rê li pêş gavên demokratîk, azadî, hiqûq û edaletê jî bîne. Ger ku muxalefet jî hevkariyek xurt bimeşîne wê piştî hilbijartina Stenbolê Îktîdara Tirkiye jî bê guhertin. Dîsa Stenbol ji bo muxalefetê jî pir giring e. Ji bo ku muxalefet hêzae xwe nîşan bide serkeftina muxalefetê ya li Stenbolê pir girîng e. Ger ku muxalefet hilbijartina Stenbolê dubare qezenç bike wê bibe moralek pir mezin ji bo Tirkiye. Baweriya mirovan a li hemberî wan wê bêtir zêde bibe. Stenbol di heman demê de navenda muxalefeta civakî ye jî. Hemû rêxistinên sivîl, demokratîk li vir in. Hêza muxalefeta civakî herî zêde li Stenbolê zindî ye. HDP ji bo hilbijartina Stenbolê di nava xebatek pir zêde de ye. Ji bo hilbijartina Stenbolê seferberî îlan kiriye. Ji wekilan bigire heta rêveber û endamên HDP'ê tev ji bo hilbijartina Stenbolê di nava xebatek zêde de ne."     ‘ME NEXŞEYA GERMÊ DERXIST'   Oluç, da zanîn ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê li ser encamên hilbijartinê niqaş û lêkolîn kirin û sindoq bi sindoq nexyeya hilbijêrên xwe derxistine û wiha lê zêde kir: "Me kêmasî û rewşa xwe tax bi tax, kolan bi kolan tespît kir. Ne ji vê xebatê re got ‘Nexşaya Germê" Bi rastî jî me "Nexşeya Germê" derxist holê. Li vir diyar bû ku li kijan kolan û taxê hilbijêrên me çiqas deng avêtine û çiqas deng neavêtne. Li gorî vê yekê em li taxên ku hilbijêrên me kêm çûne ser sindoqan xebatê dikin. Em li vê nexşeyê dinerin û li gorî cihê lawaz û kêm diçin li wir xebatê dikin. Me wekîl û hevşaredarên xwe jî xist nava xebatan. Em ê 1 mîlyon û 200 hezar hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan. Li gorî vê yekê em xebatan dimeşinin. Bi şiklê ku hilbijerên me yên neçin ser sindoqan nemînin em xebatê dimeşinin."      Oluç, da zanîn ku Stratejiya wan a 31'ê Adarê bi ser ket û bi vê stratejiyê armanc dikin ku hilbijartinê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin. Namzetê AKP'ê çû li Amedê got “Kurdistan”. HDP li Tirkiye motora têkoşîna demokrasiyê ye. HDP li ku bixwaze dikare bide qezençkirin û li ku bixwaze dikare bide windakirin. HDP bûye hêza diyarker. Bi inkar û nedîtina HDP'ê ev çareser nabe. Ev hêza diyarker hêza HDP’ê û hêza gelê Kurd e. Hilbijêrên Kurd û HDP'ê, hilbijêrên pir zane û polîtîk e. Baş dizanin ku namzetê AKP'ê çila li Amedê got ‘Kurdistan’. Bila tu kes ji sekna hilbijêrê Kurd nekeve şik û gumanan. Li aliyekî her çend Binali Yildirim  bêje ‘Kurdistan’  jî li aliyê din li Bedlis û Tetwanê AKP tameleya kurdî dadixe xwarê. Ev jî nîşan dide ku di siyaset û helwesta AKP'ê de seknek baweriyê bide tune. Ne samîmî ye. Li aliyekî qebûl dike li aliyekî înkar dike. Gelê Kurd vê yekê baş dizanin. Gotina Binali Yildikim a 'Kurdistan' hêza gelê Kurd û siyaseta demokratik nişan dide."    MA / Selman Guzelyuz