Serlêdana malbatan a Îmraliyê red kirin 2019-06-15 11:26:09   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir.   Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re bikin,  bi navbeynkariya parêzerên xwe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê Serdozgeriyê serledana malbatê red kir.    Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li heman dozgeriyê dabûn, lê serdozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî, red kir.   Dozger, bi hinceta biryara dadgehê ya di 22’yê Nîsanê de hatibû dayîn, serlêdanan malbatan red kir.    Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, herî dawî di 12’ê Çile û 5 Hezîranê de hevdîtin bi birayê xwe re pêk anîbû. Malbatên Aktaş, Konar û Yildirim jî, di 5’ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anî bûn