Li Dersimê dem dema zozana ye 2019-06-15 09:53:10 DERSIM - Li Dersimê koçerên ku karê sewalkariyê dikin, bi gerimbûna hewayê re, ji bo xwedîkirina sewalên xwe dest bi derketina zozanan kirin. Koçeran, diyar kirin ku ligel ku jiyana zozanan pir zehmete jî, lê gelek xweşikî û xweşiyên wê hene.    Bi gerimbûna hewayê re zozanvan ji bo ku sewalên xwe bibin cihên hênik dest bi çûyîna zozanan kirin. Bi taybetî navçeyên Pulur û Pîlemûriyê yên Dersimê, xwedî zozanên herî hênik û têr gihane. Di hefteya dawî de nêzî 300 malbatên koçer li qûntarên Çiyayê Hel a Pîlemûriyê konên xwe vedane û li ber bayê hênik ê zozanan sewalkariyê dikin.    Bi taybetî Şavakliyên li navçeyên Pêrtag û Çemûşgezek dijî, berî hemû zozanvanan diçin zozanan.    ROJ SERÊ SIBÊ SAET 5’AN DEST PÊ DIKE    Koçer kendalên herî bilind ên çiyayên Dersimê bi cih dibin û heta bêje jiyana wan zor û zehmet. Şivan şev û roj li keriyên pezên xwe mêze dikin, wan diçêrin û diparêzin. Ji bo koçeran roja serê sibê saet 05.00’an dest pê dike.     MAST Û PENÎR ÇÊDIKIN   Jina 59 salî Sultan Çikar a nêzî 600 pezên wê heyî,  diyar kir ku berî berbanga rojê şiyar dibe, ewil penîrê xwe dibe baneyê, dûre karên rojane yên weke nan, cil şûştin û paqiyê dike û ber bi êvarî re dîsan diçe pezê xwe didoşe. Çinar, rojê du caran pez didûşe û şîrê dûtî dike mas û penîr.    ‘DIBE KU KARÊ ME PIR ZOR BE, LÊ EWQAS JÎ XWEŞIKE’   Çinar, anî ziman ku ji ber kar û barên dikin, nizanin roja wan çawan derbas dibe û wiha axivî: “Ez pir hez ji sewalkarî û derketina  zozanan dikim. Hevjînê min par xwest ku sewalan bifiroşe, lê min destûr neda. Ji bo ku em derkevin zozanan me du şivan girtin û ez bi xwe hemû karê xwe dikim. Ev 28 salin ez zozanvaniyê dikim. Qet nebe ez li ser axa xwe, karê xwe dikim û ev kar ê mine. Li gorî min hemû kes dikare ji xwezaya xwe sûdê bigire û sewalkariyê bike. Qet nebe dê karê kesek din ke. Dibe ku karê me zor be, lê ewqas jî pir xweş e.”   ŞEV Û ROJ LI SERÊ ÇIYANE    Celal Koçyîgît ê 65 salî jî, diyar kir ku ji 15 saliya xwe ve şivantiyê dike û wiha got: “Bi şev û roj bê rewastandin ez pezê xwe diçêrim. Dema ku ez heywanên kovî dibînim pir keyfxweş dibin. Şivantî karek pir zore, lê li serê van çiyan ev hewaya paqij mirovan sermest dike.”   ‘SEWALKARÎ BER BI TUNEBÛNÊ VE DIÇE’    Suleyman Koçaslan ê derketî zozanan jî, nêzî 400 pezên wî hene. Koçaslan, diyar kir ku bi malbata xwe re salên dirêje sewalkariyê dike û wiha got: “Me zozan ji Komîsyona Mêrgan kirê kir. Em zozanvan ji teşwîqên dewletê sûdê nagirin. Serê her pezekê em 7 û nîv TL pere didin dewletê. Di her qirûşekê de xwêdana zarokên me hene. Divê ku dewlet bi pereyê ji me digire, şert û mercên zozanvaniyan xweş û baş bike. Lê me tu tiştî nabînin. Ji bo pêşketina welat, divê piştgirî ji bo hilberîneran bê dayîn. Ger piştgirî ji bo hilberîneran neyê dayî, dê welat tune bibe û girêdayî welatên cuda be. Li Tirkiyeyê sewalkarî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber ku kes piştgiriyê nade hilberîneran.”    MA / Semra Turan