Pêşî bi balyoz şikand paşê jî 'lêborîn' xwest 2019-06-15 09:51:31 AMED - Polisên ku li Amedê bi ser malekê de girtin, pêşî deriyê malê şikandin û paşê jî gotin ku bibore bi şaşî çêbû û ji malê veqetiyan.  Li navçeya Peyasê ya Amedê polisan berbanga sibehê bi ser malekê de girtin, li gel ku xwediyê malê xwe bi wan da nasîn û ji bo vekirina derî dem ji wan xwest jî polisan deriyê malê bi balyozan şikandin. Di vê kêliyê de xwediyê malê ku hewl da derî li polisan veke deverên cûda yên laşê xwe birîndar bû.    GIRTEKA 'XESAR NEGIHÎŞT MALÊ'   Polisan piştî ku derî şikand û welatiyê bi navê Suleyman Çakir" ku lê digeriyan nedîtin, ji xwediyê malê "lêborîn" xwestin û ji malê ceqetiyan. Balkêş e polisan li gel ku deriyê malê bi balyoza şikandin jî beriya ji malê veqetin girteka ku "xesar negihîştiye malê" bi xwediyê malê dan îmzekirin.