ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-15 09:00:00 * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Bedlîsê, berazîbûnên xwe yên li hemberî daxistina tabeleyên kurdî ku şaredariya AKP'î ew daxistin anîn ziman û diyar kirin ku divê lêborîn ji gel bê xwestin û demildest tabelayên kurdî ji nû ve bên bicihkirin.  * Gola Wanê, her sal qirêjtir dibe. Heta niha ji bo vê meseleyê tu gavine mayînd enehatine avêtin. Şaredarî rojê 8-10 ton çop ji qeraxa golê berhev dike. Ev jî asta qirêjiyê nîşan dide.    * Li Pasaja Japonê ya Rihayê ku hema bêje pêlîstok, amûrên malê û amûrên xişirî ji her deverên Tirkiyeyê re dişîne, rewşa kar ji 5 paran daket parekê. Esnafê pasajê Ethem Baygeldî, got: "Berê me bi pereyê di dest xwe de dikaribû 5 konteynr mal bikire, lê niha em pê dikarin konteynirekê bikirin."    * Kenan Gungordu ku piştî ji şaredariyê hatibû avêtin, li ber şaredariyê bi dirûşmeya "ez karê xwe dixwazim" dest bi çalakiyê kiribû. di roja 62'yan a çalakiyê de hatibû binçavkirin û 6 meh û rojan girtî mabû. Gungordu, got: "Di 12'ê Hezîranê de ji ber çalakiya ku min li ber şaredariyê li dar xist, ceza li min hatibû birîn. Dadgehê ev ceza û dosyeya bavê min kir hincet û got 'Şaredariya Zeytînbûrnûyê mafdar e' û doza min betal kir."    * Berpirsiyara Qursa Qur'anê ya Hezroyê H.Y., giliyê Miftiyê Hezroyê Îsmal Kaya kiribû û gotibû Kaya tecawizî wê kiriye. Li ser vê Miftiyê Hezroyê Îsmaîl Kaya, hatibû binçavkirin. Li dadgehê Kaya got "bi rizaya wê bû." Tê gotin miftî Kaya parlementerekî AKP'î û rayedarên Serokatiya diyanetê xitiye dewrê û ji H.Y. xwestine dev ji giliya xwe ya ji bo Kaya berde. Piştî vê Kaya bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    * Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd, ereb, suryanî, tirkmen, çerkesan jiyana li ser asasê xwerêveberiyê û hevakriyê nîşanî tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dan."    * Li Dersimê koçerên ku karê sewalkariyê dikin, bi gerimbûna hewayê re, ji bo xwedîkirina sewalên xwe dest bi derketina zozanan kirin. Koçeran, diyar kirin ku ligel ku jiyana zozanan pir zehmete jî, lê gelek xweşikî û xweşiyên wê hene.    * Endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê, wê mal bi mal bigerin û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gel re vebêjin.    * Şaredariya Peyasê karkerê paqijiyê A.U. yê ku çopa li ber marketekê hhatibû komkirin bi qestî li kolanê rijand ji kar derxist.    * Komeleya Ekolojî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Endezyarên Çandiniyê û Kooperatifa Pêşxistin û lêkolîna Zanistiya Xwezayê û Kedê ya Jinê di 15-16'ê Hezîranê de li Navenda Kongreyê Sempozyuma çandiniyê li dar bixin. (10.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan bi boneya "Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin" lê li avahiyên komeleyê berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê çalakiyên şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin li dar dixin di hefteya 742'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê bi armanca girtiyên nexweş bên berdan wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 377'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   *  Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 250'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)   * Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDK'ê wê di çarçoveya şahiyên "Gel û bawerî xwe vedibêjin" de gelê suryanî bigîne hev û baweriya gelê Suryanî ji duh heta îro vebêjin. (15.00)   * Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Êlihê bi arrmanc balê bikişîne ser wêrankirina Heskifê wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan wê li Qada Esenyurtê bi gel re bê cem hev. (18.00)