HDP: Şaredariya Qersê ya gel ne ya çeteyan e 2019-06-14 15:52:55 QERS - Rêxistina HDP'ê ya Qersê bersiv da êrîş û tewanbariyên demên dawîn ên li hemberî Şaredariya Qersê. HDP'ê diyar kir ku dê her tim li cem hevşaredar in xwe be û ev tişt got: "Şaredariya Qersê ya gel ne ya çeteyan e."   Ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Qersê têkildarî êrîş û tewanbariyên demên dawîn ên li hemberî Şaredariya Qersê yên ji aliyê hin derdoran ve dihatin kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberiya şaredariyê di 2 mehan de bi kedeke mezin "tiştê ku yê gel" bûye parastiye û bi awayekî zelal xebitiye. Ji ber vê yekê di daxuyaniyê de ji hevşaredaran re spasî tê kirin.    'EM CEM HEVŞAREDAR IN XWE NE'   HDP'ê di daxuyaniya xwe bi awayekî berfireh cih dan van gotinan: "Di demeke wiha kurt kuçe û kolanên Qersê ji herî û gemarê rizgar kir. Em feraseta çetewarî ya ji bo berjewendiyên xwe di nav hewldanan de ye şermezar dikin. Em dixwazin ragihanîn ku dê çend çete nikaribin deskeftiyên me reş bikin. Em li hemberî feraseta çeteyên ku dixwazin Şaredariya Qersê qirêj bikin li cem hevşaredarê xwe ne. Em feraseta çetewarî ku dixwaze keda şaredariyê reş bike şermezar dikin. Em di wê ferqê de ne ku ev koma çetewarî ku hewl dide ji şaredariyê bixwe, bi vê nêzîkatiya xwe dixwaze ji kî re rast e rast xizmet bike."    ŞAREDARIYA QERSÊ YA GEL E'   HDP'ê destnîşan kir ku li dijî van êrîşên bê ehlaq ên li hemberî hevşaredarên Qersê dê şopandina hiqûqê bidine destpêkirin û ev tişt ragihand: "Em ê destûr nedin ku destkeftiyên gel ji aliyê çeteyan ve bên talankirin. Şaredariya Qersê ya gel ne ya çeteyan e."