Malbat ji bo biçim Îmraliyê serlêdan kirin 2019-06-14 15:49:46   STENBOL -  Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan  û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û Xwişka Veysi Aktaş  Sabiha Aslan, bi armanca li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan  û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç ji bo hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dîsa li birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û Xwişka Veysi Aktaş  Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş ku di 15'ê Adara 2015'an de wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15'ê tîrmeha 2015'an de çû Îmraliyê cara ewil di 5'ê Hezîrana 2019'an de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.