Rêveberên HDP'ê yên zilam dê ji tûndî û tecawizê re bibêjin raweste 2019-06-14 15:22:43   AMED - Rêveberên zilam ên rêxistina HDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê dê ji tûndî û tecawiza li hemberî jinê re bibêjin raweste.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo ku ji tundî, tacîz û tecawiza ku di rojên dawîn de li hemberî jinan zêde bûye re bibeje raweste dê di 16'ê Hezîranê de li Parqa Koşûyolû daxuyaniyek bide çapemeniyê. Alîkarê Hevserokê HDP'a Amedê Mahmût Yokûş têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li hemû welatên li Rojhilata Navîn li hemberî jin û zarokan tundî, tacîz û tecawiz derketiye asta herî bilind.    'ROLA JIN Û ZAROKA DIYARKER E'   Yokuş diyar kir ku rola jin û zarokan di jiyanê de diyarker e û wiha got: "Li Tirkiyeyê di polîtîkayên jinê de pirsgirêkên micid hene. Jin civakê amade dike, jiyan û hêz dide civakê û têkoşer e. Divê em nefsûqiyas bikin, ji tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinê re bibêjin rawest e. Her roj li welatê me 2 jin tên qetilkirin. Terora herî mezin tundî, tacîz û tecawiza li hemberî jin û zarokan e."    'NÊZIKBÛNA PARTIYAN TÊ ZANÎN'   Rêveberê HDP'ê Edîp Bîbîr jî diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tundî, tacîz û tecawiza li ser jin û zarokan dê li Parqa Koşûyolûyê bin û wiha got: "Nêzikbûna partiya ya li hemberî vê mijarê tê zanîn. Em diyar dikin ku piştgirê têkoşîna jinên welat in û bi wan re tevdigerin. Ji sala 2002'an heta niha tundî, tacîz û tecawiza li hemberî jinê sedî 800 zêde bûye. Ji bo ku piştgirî bidin têkoşîna jinan a li hemberî tundî, tacîz û tecawiza li ser wan, em ê di 16'ê Hezîranê de li Parqa Koşûyolûyê bin. Bang li herkesî dikin ku piştgirî bidin çalakiya me."