Dilxwaz û gundî mudaxaleyî şewata Omeriya dikin 2019-06-14 14:19:06 MÊRDÎN - Şewata ku li herêma Omeriya piştî şer derket û destûr nayîn ku bi wesayîtên agirkujî bê vemirandin, dilxwaz û gundiyan dest bi mudaxaleyê kirin.  Şewata ku duh li Gundê Çalê yê herêma Omeriya ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, piştî şerê di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG'iyan de derket, hê jî didome. Bi hinceta "ewlehiyê" destûr nayê dayîn ku bi wesayîtên agirkujê mudaxaleyî şewata ku heta sînorên gundên Xerabê Bava, Stîlîle, Ziving û Kurikê Stîlîleyê berbelavbûye. Li ser vê yekê dilxwaz û gundiyan mudalxeyî agir kirin.    Li ser banga gundiyan 10 dilxwazên ku ji Nîsêbînê hatin û gundî bi hev re mudaxaleyî agirê ku bi pêgirtina giyayê hişk li hezaran donim erd berbelav bûye, dikin. Gundî bi kincên şil û guliyên daran mudaxaleyî agir dikin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Nisêbînê jî çû herêma şewatê û bi gundiyan re mudaxaleyî agir dike.   Ji ber ku herêm bi kaş û çiyayî ye mudaxaleya bi avê zehmet e. Lê heta niha mudaxaleya ku dikare bi hewayî bê kirin jî ji aliyê Miduriyeta Bajêr a Daristanê, Şaredarî û Walîtiyê ve nehatiye kirin. Heta niha li herêmê 200 donim erdê bi dar şewêtiye.    BANGA HESTYARIYÊ   Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Celal Ata diyar kir ku divê bi awayekî lezgîn mudaxaleyî agir bê kirin û ev bang kir: "Di serî de nisêbînî û hemû kurdistanêî divê li hemberî vê texrîbatê bi hestiyar tevbigerin.