Wekîlê HDP'î Ferhat Encu hat berdan 2019-06-14 13:49:21 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê berê Ferhat Encu ku girtî bû hat berdan.    Parlamenterê Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu, ji Girtîgeha Girtî ya Kandira serbest berdan. Parêzerên Encu ku çûn Girtîgeha Kandira, kar û barê tahliyê amadekirin û piştre Encu hat berdan.