Li herêma Omeriyan şewat belav dibe: Pêdivî bi dildaran heye 2019-06-14 11:14:06 MÊRDÎN - Şewata, di dema şer û pevçûna pêr a li herêma Omeriyan a Nisêbînê rû da de bi daristanan ket, berfireh dibe. Polîs û leşkeran bi hinceta “Ewlekariyê” destûr nedan ekîbên agirkuj ku mudaxileya şewatê bikin. Niştecihên herêmê bang dildaran kirin.    Li çoltera gundê Çalê ya herêma Omeriyan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, pêr pevçûn dinavbera leşkerên derketibûn operasyonê û HPG’iyan de derket û liv û tevgera leşkerî hîna jî dewam dike.      Şewata piştî şer û pevçûnê derket jî, hîna dewam dike û berfireh dibe. Hat diyar kirin ku şewat heya sînorê Xerabê Bava, Stîlîle, Zîvîng û Kurikê Stîlîlê berfireh bûye, polîs û leşker bi hinceta “Ewlekariyê” destûr nadin ku ekîbên agirkûj biçin herêmê û şewatê vemirînin. Li gorî agahiyên me ji ekîbên agirkuj girtin, hat diyar kirin ku bi hinceta herêma operasyona leşkerî, ji bo ketin û derketin herêmê destûr nayê dayîn. Hat ragihandin ku rayedarên leşkerî, ji ekîbên agirkuj re gotin ku divê cihê xwe neçin tu deverî.    BANG LI DILDARAN KIRIN    Welatiyên herêmê ji bo ku şewat berfirehtir nebe, bi derfetên xwe hewl didin mudaxileyî şewatê bikin û leşker tenê destûr didin ku mudaxileyê şewata derdora xwe bikin. Welatiyên herêmê, diyar kirin ku şewat li çolterên herêmê belav û gurtir dibe û divê demil dest mudaxileyî şewatê bê kirin. Welatiyan, da zanîn ku ger mudaxileyê şewatê neyê kirin, cih û warên wan dê bi talokeyek mezin re rû bi rû bimîne.    PÊDIVÎ BI DILDARAN HEYE    Niştecihên herê, fikarên xwe anîn ziman û ev bang li raya giştî kirin: “Kesên ku destên wan tiştekê jî digirin, bila bigirin destên xwe û werin vê derê. Destûr nadin ku şewata cihên bilind bê vemirandin. Lê qet nebe, em dikarin pêşiya şewata li cih û warên xwe bigirin. Li vê derê pêdiviya me bi dildaran heye.”