Ji Çavûşoglû daxuyaniya S-400'an: Dev jê berdana me ne pêkan e 2019-06-14 11:11:32   ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû derbarê S-400'an de ev tişt got: "Encame wan çi dibe bila bibe dev jê berdana me ne pêkan e. Em ji pêşwazîkirina zehmetiyan re jî amade ne."   Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû beşdarî Mesaya Edîtor a AA'yê bû û têkildarî S-400'an ev tişt anî ziman: "Encame wan çi dibe bila bibe dev jê berdana me ne pêkan e. Em ji pêşwazîkirina zehmetiyan re jî amade ne." Çavûşoglû derbarê danekirinên muhtemel ên Amerîkayê de jî ev tişt got: "Heke Amerîka li dijî me pêngavên neyînî bavêje, pêngavên ku em jî bavêjin hene." Çavûşoglû diyar kir ku hinceta Rûsyayê ya "em nikarin gotin ji rejîmê re bibêjin" jî dê qebûl nekin.