Gergerlioglû: Kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin di lîjneya sindoqê de hatine peywirdarkirin 2019-06-14 10:41:17   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku ji bo hilbijartinên 23'ê Hezîranê di lîjneyên sindoqê de kesên ku bi KHK'ê hatine îxrackirin hatine peywirdarkirin û ev pirs kir: "Gelo ev dîsa ji bo betalkirina hilbijartinê ye?"   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku kesên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin, ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve di hilbijartinên 23'ê Hezîranê yên Stenbolê de hatine peywirdarkirin. Gergerlîoglû da zanîn ku têkildarî vê mijarê 2 kesan serî lê dane û wiha got: "Serlêdanek ji bo komîserekî ye. Komîser di Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Kartalê de hatiye peywirdarkirin. Ev komîserê ku hatiye peywirdarkirin agahî da min û 'Di hilbijartinê de peywir dane min. Ez matmayî mam. Dema min çû pirsî ji min re gotin ku raste tu peywirdarkiriyî.'  Ew bixwe diçe dipirse Saziya Bilind a Hilbijartinê ya navçeya Kartalê belgeya ku peywirdarkirî ye nîşanî wî dide."     'GELO DÎSA JI BO BETALKIRINA HLBIJARTINÊ YE'   Gergerlîoglû hinceta betalkirina hilbijartinên Stenbolê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Gelo dîsa ji bo hilbijartinê betal bikin wiha dikin. AKP serî li YSK'ê dide û dibêje bila KHK'êi deng jî bi kar neynin. Di vê mijarê de YSK ku ji ber  xizmê KHK'î di lijneya sindoqê de bû hilbijartinê betal kir, niha jî daxwaza serokatiya lîjneya sindoqê ji KHK'î re dişîne. Ev mînaka dawîn a ku em li welatekî çiqas dûrê hiqûqê de dijîne. Ev weke belge di destê me de hene. Mixabin  mijarên wiha çêdibin."    ÎMZE AVÊTIN GOSATMETIYÊ'   Gergerlîoglû betalkirina mazbatayên namzetên KHK'î jî bi bîr xist û wiha pê de çû: "Dengên bi sed hezaran kesî avêtin ser sergo. Mirovan kirin defikê û bêyî ku hilbijartinê betal bikin bi ferqeke mezin çend şaredariyan dan namzetên din. Îmze avêtin bin gosartmetiyeke wiha. Paşê jî hatin hilbijartin in Stenbolê. Di van hilbijartinan de ji ber ku desthilatê winda kirin gotin ku KHK'î bûne serokê lîjneya sindoqê. Heta gotin ku bila xizmên KHK'iyan bûne serokê lÎjneya sindoqê."