Midûrê qeyûm wê bi 'êrîşa zayendî ya hêsan' bê darizandin 2019-06-14 09:18:54 MÊRDÎN – Di dema qeyûm de polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin. Piştî Ûysaler hatibû peywirdarkirin, bi beramberiya "kadrobûyînê" fuhûş li jineke xebatkar ferz kiribû. Îdianemeya der barê Ûysaler de hat amadekirin. Dozgeriyê, xwest Ûysaler bi sûcê "êrîşa zayendî ya hêsan" bê darizandin.  Di dema qeyûm de polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû bicihkirin û bibû midûr. Paşê derketibû holê ku Ûysaler bi beramberiya "kadrobûyînê" fuhûş li jina xebatkar D.S.'yç ferz kiribû. Li ser vê D.S., Ûysaler gilî kiribû lê belê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû.    Lê dîsa jî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna hatibû destpêkirin domand û îdianame amade kir. Serdozgeriyê bi tawanbariya "êrîşeke zayendî ya hêsan" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'ê a Mêrdînê jî îdianame qebûl kir.    Wê danişîna ewil di 3'yê Cotmeha 2019'an de pêk bê.    Di îdianameyê de îfadeyên D.S.'yê cih girtin. D.S., diyar kiriye ku Ûysaler ew tim li mesaiyê dinivîsand û êrîşê wê dikir. D.S., di îfadeya xwe de ev tişt gotin: "Hat li kêleka qoltixa ez li ser rûdiniştim rûnişt. Ji min re got ez dixwazim te bikim xebatkareke kadro, lê belê beramberiya vê jî heye divê tu ji xwe tawiz bidî. Paşê got, eger tu têkevî kar wê meaşê te 3 hezar TL be û ez ê jî 2 hezar TL bidim te û ji te re diyariyan bikirim..." D.S., di îfadeya xwe de diyar kir ku ji ber wê teklîfa Ûysaler qebûl nekiriye xwestiye di warê zayendî de êrîşê wê bike, lê belê ew ji odeyê reviyaye.   D.S., diyar kir ku di wê kêliyê de li ber derî personelek din a jin hebûye û ew jî ji bo dema peymana wê bê dirêjkirin li wir bûye, lê belê Ûysaler hin hincet dane ber û xwestiye wê li mesaiyê bihêle. D.S., diyar kir ku Ûysaler jê re gotiye: "Heta tu bi min re ranezê tu yê nebî kadro." D.S., di berdewamiya îfadeya xwe de destnîşan kir ku piştî êrîşa zayendî ew neçûye kar.    Di îdianameyê de îfadeya Ûysaler jî cigrtiye. Ûysaler, di îfadeya xwe de îdia kir ku bi tomarkirina dengan hatiye lîstin û ev tomarkirin ji bo şantajê hatine amadekirin. Ûysalr, tiştên pê tê tawanbarkirin red kir.    Di îdianameyê de dozgeriyê ji bo parêziya Ûysaler diyar kir ku  bi vî awayî dixwaze ji bin vî sûcî derkeve û xwest Ûysaler bi sûcê "êrîşa zayendî ya hêsan" bê darizandin.      Her wiha tê diyarkirin ku Ûysaler hîn jî girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê li navçeyekê dixebite.   MA / Ahmet Kanbal