Ji kavilê ku bi 5 zarokên xwe re tê de dijî, banga piştgiriyê kir 2019-06-14 09:18:38   ŞIRNEX - Zelîha Ûçar a li gundekê Sîlopî, piştî 14 sal cezayê girtîgehê li hevjîna wê hat birîn necar ma ku bi 5 zarokên xwe re di xaniyekê kavil de têkoşîna jiyanê dide, ji mala ku hemû derên wê hildiweşe bang hestiyarê kir û ji bo ku mala wê bê sererastkirin piştgirî xwest.   Dayika  5 zarokan Zelîha Ûçar a li gunê Takyan a navçeya Sîlopî ya Şirnexê dijî, di maleke kavil a hemû derên wê hildiweşin de têkoşîna jiyanê dide. Ûçar tenê bi meaşê herî kêm ê ji bo dibistana zarokên wê tê dayîn, hewl dide debara xwe bike. Mala ku Ûçar bi 5 zarokên xwe re tê de dijî, hema bêje hemû dîwarên wê ji ber baran zêde ya bi mehan bariya şil bûne û hildiweşin. Ji ber bêhna rutûbetê mirov nikare bikeve xanî, gelek kun li serbanê xanî vebûne û di mehên havînê de jî, mar û dûpişk ji malê kêm nabin.     'DI VAN ROJAN DE MIN 10 DÛPIŞK DÎTIN’   Dayika 5 zarokan Ûçar dîwarên mala xwe yên hildiweşin nîşan dan û wiha behsa jiyana xwe kir: “Ji ber şert û mercên jiyanê û rutûbeta heyî, zarokên min tim nexweş dikevin. Ez jî nexweşim û ji ber rewşa madî ez nikarim tedawî bibim. Di zivîstanê de, serbanê me tim dilop dike. Mal pir kevne û bêxwediye. Tim dûpişk û mar derdikevin. Di van rojan de jî min nêzî 10 dûpişkan dîtin. Ez ditirsim ku tiştek bi zarokên min were. Ji ber wê tu carî wan bi tenê nahêlim.”   Ûçar, da zanîn ku pêdiviyên wê yên rojane, gelek caran ji aliyê xizmên wê ve hatine pêşwazî kirin û wiha got: “Ez dixwazim mala xwe sererast bikim, lê ji ber derfetên min ên aborî tune ne, ez nikarim çêbikim.”    Ûçar a dinava kêm derfetiyan de bi 5 zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide, ji bo ku mala wê bê sererastkirin û avakirin piştgirî xwest.