Bertek nîşanî bernameya Îmamoglû û Yildirim dan: Mudaxeleyî qada rojnamegeriyê hatiye kirin 2019-06-14 09:15:52 STENBOL - Rojnamevanan der barê bernameya zindî ya Îmamoglû Yildirim de ku dê roja yekşemê pêk bê axivîn û rêgeza "ji bo her namzetî heman pirs û heman dem" rexne kirin û gotin ev yek mudaxeleya li qada rojnamegeriyê ye.  Wê Namzet CHP'ê yê şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim, roja yekşemê bibin mêvanê weşana zindî ya televîzyonê. Ji bo vê Cîgirê Serokatiya Giştî ya AKP'î Mahîr Unar û Serowekîlê Koma CHP'ê Engîn Altay, ragihandin ku wê bername ji bo hemû qenlan vekirî be û wê di 16'ê Hezîranê de li Navdena Kongre û Qesra Pêşengehan a Lutfî Kirdar bê lidarxistin. Di metna hevpar her du partiyan de hat diyarkirin ku dê moderator li gor rêgeza "ji bo her nametî heman pirs û heman dem" tev bigere. Rojnamevanan ev yek rexne kir û destnîşan kirin ku bi vî awayî mudaxile li rojnamegeriyê hatiye kirin.    Rojnamevan Mehveş Evîn, bi bîr xist ku nehesibandina hilbijartina hatiye qezenckirin û binpêkirina hiqûqê pirsgirêka sereke ye. Evîn, bal kişand ser madeya di metna hevpar de cih girt ku tê gotin "ji bo her namzetî heman pirs û heman dem" û diyar kir ku divê rojnamevan qada xwe diyar bike û got: "Lê belê eger bînin ber çavan ku di her hilbijartinê de îktîdar çawa çapemeniyê bi kar tîne û muxalefet nikare bi awayekî adilane daxilî tev li vê pêşbaziyê bibe, divê mirov di serî de diyar bike. Meseleya sereke, gelo wê naveroka prisan berî bernameyê ji namzetan re bê şandin? Mesela wê ji Yildirim pirsa serweta wî û malbata wî, çawa bi dest xistiye bê pirsîn?"    ‘ÊDÎ JIN HEW DIXUYÊN'   Her wiha Evîn, ji ber di bernameyê de rojnamevanên jin jî tune ne, rexne kir û got: "Di siyasetê, di çapemeniyê de û li her derî, dev ji pirsgirêka temsîliyetê berdin, êdî jin hew dixuyên. Wexta tu dipirsîn hem muxaşefet hem jî rojnamevan dibêjin 'ma jin tune ne.' Wexta binerin wê bibînin, lê li hesabê wan nayê."    ‘BINPÊKIRINA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ'    Rojnamevan-Nivîskar Bûrcû Karakaş jî destnîşan kir ku ji ber mudaxileyî qada rojnamevaniyê hatiye kirin wê ne bernameyeke çak be. Karakaş, bilêv kir ku armanc ne nîqaşkirin e, formata bernameyê berê hatiye diyarkirin. Karakaş, got: "Di asasê xwe de ev mudaxileya li qada rojnamevaniyê ye. Em baş dizanin, nexasim jî di demên dawî de êdî siyasetmedarên AKP'î nikarin di televîzyonan de bersiva pirsan bidin." Karakaş, destnîşan kir ku di vê bernameyê de armanc dayîna peyamekê ye û got: "Pêşî dixwazin vê peyamê bidin, 'lê binerin em demokrat in û diçin bernameyên televîzyona, em nîqaşeke wisa jî qebûl dikin û pirsan jîd ibersivînin.' Loma wê ne bernameyeke çak be. Ev binpêkirina azadiya çapemeniyê ye."    ‘AŞKERE KIRIN KU ÇAPEMENIYEKE BÊALÎ TUNE YE'    Rojnamevan Arîf Bûlût jî, pirsî ji bo çi namzetên partiyên din nehatine vexwandin. Bûlût, bilêv kir ku namzetên din nêzî 130 hezar deng girtine û got: "Nevexwendina wan ji bo demokrasiyê gavek baş e? Îmamoglû, di hemû axftinên xwe de dibêje em ê 16 milyon bi hev re bin. Gelo wê van reqîbên xwe çawa hemêz bike? Ji ber ne di bernameyê de ne wê çawa xîtabî wan bike?" Bûlût, anî ziman hemû şert û emrcên ji bo hemû namzetan ne wekhev e û vîna bi hezaran mirovî tune tê hesibandin, loma li holê gaveke ji bo demokrasiyê tê avêtin tune ye.    Bûlût, bal kişand ser metna çapemeniyê ya hevpar a AKP û CHP'ê û destnîşan kir ku careke din diyar bûye ku li Tirkiyeyê hikûmetê azadiya çapemeniyê bi dest xistiye û bi vî awayî careke din hatiye aşkerekirin ku li Tirkiyeyê çapemenî ne bêalî ye.