Ji ÎHD'ê ji bo zarokan şahî: Zarok li parkan kêfxweş in 2019-06-14 09:15:14 STENBOL - Dê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, di 15'ê Hezîranê de li Parka Abbasaga çalakiyekê ji bo zarokan li dar bixe. Komîsyonê ji bo beşdarbûyînê bang kir û got: "Zarok ne li kargehan, ne li nav erdan û ne li madenan, li parkan kêfxweş in."    Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çarçoveya "Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan a Cîhanê" de wê di 15'ê Hezîranê de li Parka Abbasaga ya Beşîktaşê çalakiyekê ji bo zarokan li dar bixe. Wê şahiya ji bo zarokan saet di 16:00'an de dest pê bike. Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Ozgur Bariş Demîr, bang li her kesî kir û got: "Li vê erdnîgariya ku şer tê hokirin û berzkirin, em bi stranên zarok distrên û guhdar dikin li Parka Abbasaga bin."    ‘QADA JIYANÊ YA ZAROKAN HATINE TENGKIRIN'    Demîr, destnîşan kir ku li welatên şer û pevçûn lê hene binpêkirina mafên zarokan bêtir in û got: "Li welatê me jî binpêkirina mafên zarokan pir zêde ye. Qadên parkî ku qadên zarokan e, veguherîne qada pîknîkê ya mezinan. Her wiha dibistanên wan jî li gorî îmara girtîgehan tn çêkirin û li dibistanan bi perwerdehiya xwe dispêre dîsîplîna leşkerî tên perwerdekirin. Yanî mirov dikare bêje li her qadê qada jiyanê ya zarokan hatiye tengkirin."    Demîr, bilêv kir ku gelek faktor hene ku zarokan ber bi madenan, ber bi zeviyan û pîşesaziyê ve hêl dikin û got: "Qanûn, polîtîka, cihêkariya di perwerdehiyê, rewşa aborî hwd. faktorên bi vî rengî berê zarokan didin karkeriyê. Ev rewş li welatê me jî berbelav e. Li hemû herêmên Tirkiyeyê rêjeya karkeriya zarokan zêde ye. Lê herî zêde li deverên kurd lê dijî ev rêje zêde ye. Em naxwazin mijarê veguherînin mijareke polîtîk, lê ev jî rastiye û sedema wê ya sereke jî meseleyeke polîtîk e."    Demîr, anî ziman ku berê jî wan ji bo mafên zarokan sempozyûm li dar xistine lê îsal wan bi boneya 15'ê Hezîranê xebatên cuda kirine ûg ot: "Ji bo çalakiyên wê bên lidarxistin, me dîtina zarokan esas girt û me hin atolye amade kirin. A rast zarok dixwazin risman xêz bikin, bi atolyeyên dramayê û bi ekolojiyê xwe îfade bikin."    Demîr, diyar kir ku ew li ser esasê mafan nêzî çalakiyan bûne, wan ji bo zarokan atolyeya mafan ava kiriye. Demîr, got: "Wê konsertek bê lidarxistin. Wê atolyeya aştiyê bê lidarxistin. Di vê serdema ku şer tê hokirin û berzkirin de, em ê tevî zarokan di atolyeyan de aştiyê hoyî raya giştî bikin. Her wiha wê atolyeyên drama, resman û stranan jî hebin."    Demîr, got: "Zarok ne li kargehan, ne li nav erdan û ne li madenan, li parkan kêfxweş in."