ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-14 09:00:40 * Habîbe Daşgin pêşengeha xwe ya peykerên ji têlên înşatan pêk tê çêkiriye vekir. Daşgin got: “Peykerên têl hestek rastî didin mirov. Êdî ez bi çavê ku têlek dikare veguhere berhemek hunerê lê mêze dikim.”  * Qadeke 60 kîlometreyî ya Çemê Dîcleyê, ji statuya çemî hatibû derxistin. Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn, diyar kir ku li vê qadê rê li ber gelek xetereyan hatiye vekirin û xwest careke din statuya çemî li vê qadê bê barkirin.    *  Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekîncî, diyar kir ku sedema herî sereke ya krîza Tirkiye neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Ji ber ku li gorî pêşniyara Abdullah Ocalan a 2013’an pirsgirêk nayê çareserkirin krîz kûr dibe. Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heta pirsgrêka Kurd çareser nebe, li Tirkiye demokrasî, hiqûq û aştî pêş nakeve."    * Dê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, di 15'ê Hezîranê de li Parka Abbasaga çalakiyekê ji bo zarokan li dar bixe. Komîsyonê ji bo beşdarbûyînê bang kir û got: "Zarok ne li kargehan, ne li nav erdan û ne li madenan, li parkan kêfxweş in."    * Rojnamevanan der barê bernameya zindî ya Îmamoglû Yildirim de ku dê roja yekşemê pêk bê axivîn û rêgeza "ji bo her namzetî heman pirs û heman dem" rexne kirin û gotin ev yek mudaxileya li qada rojnamegeriyê ye.    * Li navçeya Erebanê paleyiya sîran dest pê kir. Lê belê ne cotkar ne jî karker ji rewşa heyî nerazî ne. Hilberînaren, got: "dema em ji pereyê bi dest me ketiye lêçûnan derxin, sifirek mezin di dest me de dimîne." Karkeran jî got: "Ma em ê bi 42 lîreyan çi bikin?"    *  Li Nisêbînê, derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyana "dînan" bi kir belgefîlm. Navê belgefîlma Kaya "Meşa Koran" e.    * Serokê Odeya Çandiniyê ya Şehîtkamîlê Cûma Yîgît, bal kişand ser şewitandina pirêzeyan û diyar kir ku piştî qesela mayî di wesfa gubre de ye. Yîgît, destnîşan kir ku divê cotkarên agir bi pirêzeyan dixin bên cezakirin û ji bo vê 2 salan destekê nedin wan.    * Zelîha Ûçar a li gundekê Sîlopî, piştî 14 sal cezayê girtîgehê li hevjîna wê hat birîn necar ma ku bi 5 zarokên xwe re di xaniyekê kavil de têkoşîna jiyanê dide, ji mala ku hemû derên wê hildiweşe bang hestiyarê kir û ji bo ku mala wê bê sererastkirin piştgirî xwest.   * Di dema qeyûm de polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin. Piştî Ûysaler hatibû peywirdarkirin, bi beramberiya "kadrobûyînê" fuhûş li jineke xebatkar ferz kiribû. Îdianemeya der barê Ûysaler de hat amadekirin. Dozgeriyê, xwest Ûysaler bi sûcê "êrîşa zayendî ya hêsan" bê darizandin.    * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag wê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ya Kampusa Girtîgeha Sincanê bê dîtin. (10.00)   * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, wê têkildarî geşedanên dawî li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * 12'emîn Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.00)   * Baroya Amedê ji bo faîlê Tahîr Elçî bê dîtin û darizandin wê li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 179’an de çalakiya xwe berdewam bike. (13.30)   * Parêzerên dosya doza malbata Şenyaşar wê li şaxa ÎHD'ê ya Rihayê bi minasebeta 1'emîn salvegera bûyerê têkildarî geşedanên di dosyayê de civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)      * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan wê li Salona dawletê ya Prenses a Umraniyê bi gel re bê cem hev. (19.00) Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî wê tev li konferansa rêxistinbûnê ya ku HDP'a Edeneyê li OTela Şirin Parkê amade kiriye bibe. (12.30-19.00)