Li Esenyûrtê jinek hat kuştin 2019-06-13 18:46:17   STENBOL - Li Esenyûrt a Stenbolê jinek hat kuştin.    Li Esenyûrt a Stenbolê, jinek hat kuştin. Piştî ji avahiya têketinê ya bînayê bêhn tê şêniyên avahiyê gazî polîsan dikin. Polîsên hatin cihê bûyerê li derî xistin. Piştî derî nehat vekirin polîsan gazî çilîngîr kir û derî vekirin û ketin hudnurê avahiyê. Polîs li avahiyê cenazeyê jineke tahde lê hatiye kirin dîtin. Piştî lêkolînan derket holê ku cenaze yê jina bi navê Elîf Ûzûn e.    Hat diyarkirin ku dibe hevjînê wê Erhan Ûzûn ew kuştibe. Lêpirsîna der barê bûyerê de didome.