Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir 2017-11-19 12:58:54 ENQERE - Walîtiya Enqereyê çalakiyên rêxistinên LGBTÎ yên ku bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Bîranîna Transên Mexdûrên Cînayetê Nifrînê plan dikirin li Enqereyê pêk bînin, qedexe kir. Walitiyê bi hinceta "Dê çalakî rê li pêş provokasyonan veke" çalakî qedexe kirin.  Walîtiya Enqereyê çalakî li Rêxistinên LGBTÎ qedexe kir. Rêxistinên LGBTÎ bi minasebeta  20'ê Mijdarê Roja Bîranîna Transên Mexdûrên Cînayetê Nifrînê plan dikirin li Enqereyê panel, semîner, şahiyên şano û sînemayê pêk bînin. Walitiyê bi hinceta "Dê çalakî rê li pêş provokasyonan veke" di çarçoveya OHAL'ê de çalakî qedexe kirin.