Rêxistinên Demokratîk bang kirin: Mudaxaleyî agir bikin 2019-06-13 14:38:50 MÊRDÎN – Rêxistinên Demokratîk ên li Mêrdînê, li dijî şewata prêze, zeviyên genim û daristanên di encama şer de pêş dikevin, hişyarî kir û xwest her kes hestiyar tev bigere û mudaxaleyî agir bikin.  Rêxistina TMMOB, ÎHD, KESK yên Amedê bi armanca balê bikişînin ser şewata daristan, prêze û zeviyên genim ên di rojên dawî de zêde dibe li Odya Endezyarên Înşaetê ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê saziyan Vahap Irmak daxuyanî da. Irmak, anî ziman sedema şewata daristanan, sersaxî, rehetî, hişmendiya dagirker û metînger operasyonên eskerî ne û wiha got: "Şewata daristanê ya li herêmê weki salên 90’an bi hinceta ewlehiyê bli zanebûn daristan tên şewitandin. Her sal ji ber operasyonên eskerî li qadên daristanê şewat derdikeve. Piştî operasyonên eskerî daristan tev dişewitin û dibin xwelî. Her sal bi hezaran hektar daristan dişewite. Disa ji er şer û operasyonan dema agir bi daristan û zeviyan dikeve bi hinceta "ewlehiyê" destûr nadin şewata derketiye vemirînin.    JI BO ŞEWATA DARISTANA OMERIYAN BANG    Irmak, herî dawî ji bo şewata daristana herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê jî bang kir u wiha got: "Şewata li herêma daristana omeriyan derketiye bi hinceta "elehiyê" destûr nadin vemirînin. Divê rayedar destûr bidin ku peywirdar erka xwe pêk bînin. Divê astengiya li pêş şewatê bê rakirin."