11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan 2019-06-13 13:57:27   HATAY - 3’yemîn danişîna 11 sîvîlên OSO’yan li Efrînê binçavkirin û teslîmê MÎT’ê kiribûn hat dîtin. Sivîlan, di parastina kirin de gotin wan dibin îşkencê û gefan de îfade dane. Di danişîna hat dîtin kes nehat berdan.  Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), piştî ket Efrînê avêt ser malan û gelek sivîl binçavkirin û îşkence kirin. Ji kesên hatin binçavkirin 11 jê di 22'yê Îlona 2018'an de radestî MÎT'ê hatin kirin û bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî" der barê wan de doz hat vekirin. 3’yemîn danişîna 11 Efrîniyan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hat dîtin. 11 sivîlên girtî û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Dest pê kê 11 kesên sivîl parastin kirin û sûcdariyên li ser xwe red kirin.   ‘ME 12 ROJAN ÎŞKENCE DÎT’   Sivîlan di parastina xwe de wiha gotin: “Endamên OSO li Efrînê 12 rojan îşkence bi me kirin. Dûre em teslîmê cendirmeyan kirin. Li Qereqola Cendirmeyan a Hatayê jî, em rastî îşkenceyên giran hatin. Em bi zarok, hevjîn û dayikên em tehdît kirin. Ji ber vê yekê em necar man ku îfadeyên anîn ber me îmze bikin. Em bê sûcin û berdana xwe daxwaz dikin.”   'SÛCDARKIRIN LI DIJÎ HIQÛQÊ NE'   Dûre parêzerên sîvîlan parastin kirin û diyar kirin ku sûcdarkirin li dijî hiqûqê ne. Parêzeran, dan zanîn ku piştî kuştin leşkeran 6 meh şûn de muwekîlên wan ji aliyê OSO’yan ve hatine binçavkirin, îşkence kirin û teslîmê Tirkiyeyê hatine kirin. Parêzeran bal kişandin ser îşkenceyên li muwekîlên wan hatin kirin û wiha gotin: “Leşkeran dibin îşkenceyê de îfadeyên muwekîlên me girtin û bi zorê bi wan dane îmze kirin.”   ÎŞKENCE BI RAPORA ATK’Ê PIŞTRAST BÛ   Parêzeran, anîn ziman ku muwekîlên wan rastî îşkenceyê hatine û wiha bilêv kir: “Îşkence bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ê  jî hat piştrast kirin. Ev rapor jî di dosyeyê de cih digirin. Ji ber vê  yekê  girtina muwekîlên me li dijî hiqûqiyê û em daxwaz dikin ku muwekîlên me bên berdan.”   TALOQÎ 27’Ê HEZÎRANÊ KIRIN    Dozger dûre mutalaya xwe da û xwestin girtina 11 kesên sivîl dewam bike. Şandeya dadgehê jî, biryar da ku girtina 11 sivîlan dewam bike û danişîn taloqî 27’ê Hezîranê kir.