Agaoglu: Cudakariya li dijî penaberan xwe bi rêxistin dike 2019-06-13 13:47:39   ENQERE – Berdevka Komîsyona Penaberan û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu, bal kişand ser polîtîkayên cudakarî û nijadperest ên di demên dawî ku li dijî penaberên Sûriye zêde dibin û wiha got: "Cudakariya li dijî penaberên Sûriye her ku diçe xwe bi rêxistin dike. Divê hikûmet û rayedarên dewletê bêtir hestiyar tev bigerin."     Berdevka Komîsyona Penaberan û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu, têkildarî polîtîkayên li dijî penaberan û koçberan daxuyaniyek nivîskî weşand. Agaoglu, anî ziman ku kesên xwestin xwe û malbata xwe ji şer biparêzin û hatin Tirkiye li Tirkiye di nava şert û mercên giran de dijîn û wiha got: "Li şûna dewlet van penaberan biparêze wan wekî hêza keda erzan dibîne û bi kedek erzan didin xebitandin.  Zarokên Sûriyeyî li Tirkiye rastî tundî, wêdekirin û nêzîkatiyên nijaderestî tên. Divê hikûmet û dewlet li hemberî penaberan bêtir hestiyar tev bigere."