‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû' 2019-06-13 12:31:34   AMED - Li Amedê 17 saziyan bi hevre mihrîcana Zarokên Sûrê li dar xistin. 17 saziyan di Mihrîcanê de komxebat, şahî, konser li dar xistin û sînema û şano dan pêşandan. Di nava 5 rojan de bi hezaran zarok tev li mihrîcanê bûn. Têkildarî mihrîcanê Koordînatorê Ma Muzîk Senter Şêrko Kaniwar, diyar kir ku di mihrîcanê de ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû.    Di pêşengiya Komeleya li Amedê Berê Zarok, bi tevlêbûnaı 17 saziyên ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Ma Music Senter (MA), Şanoya Bajar a Amedê, Zarok Tv, Komeleya Heviyê ya Rengarenk, Komeleya Qada Ciwan a Lotusê, Komeleya Zarokan a Zarokî, Komeleya Ekolojiyê, DSM, MED-DER, Mala Hunerê ya Laleş, Koma Çand û Hunerê ya Amidart, ZimZim û Sînemaya Rojhilata Navîn pêk dihat, mihrîcan li dar xistin. Mihrîcana ku di 7'ê Hezîrê de dest pê kir di 12'ê Hezîranê de bi firandina bafirokan bi dawî bû. Di 5 rojan de bi hezaran zarok tev li şahiyan bû.    Koordînatorê Ma Muzîk Senter Şêrko Kaniwar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Kanîwar, anî ziman ku piştî di sala 2016'an de qeyûm tayîni şaredariyan kir, xwestin zarokan bê muzîk bihêlin û wiha got: "Lê me jî soz da ku em zarokan bê muzîk nahêlin. MA Muzik, Komeleya Berê Zarok û Şanoya Bajar a Şanoye ya Amedê biryar dan ku ji bo zarokan mihrîcanekê li dar bixin. Kaniwar, anî ziman ku di vê mijarê de ji gelek saziyên ewropa jî piştgirî stendin.  Me xwest hemû saziyan tev li vê xebatê bikim. Me bi tevlêbuna 17 saziyan mihrîcan amade kir.  Me bibîr xist ku Sûr heye. Di bin baneyê şaredariyê de şahiya zarokan hat li darxistin. Me xwest bi vê mihrîcanê balê bikişînin ser geşedanên li Sûrê pêş ketiye. Li Sûrê şerekî pir dijwar qewimî. Sûr talan û wêran bû. Me xwest travmaya li ser zarokan pêş ketiye rakin. Lê me ev mihrîcan tenê bi zarokên Sûrê bi sînor neri. Me hemû zarokên bajar jî tev li ê şahiyê kir. Ji sedî 99'ê mihrîcanê li kolanên Sûrê pêk hat. Me zarok anîn li nava kolanên Sûrê gerandin û xwest kolanên Sûrê neyên ji bîr kirin. Ev tovê yekem bû me çand. Ev mihrîcanên me yên zarokan wê berdewam bikin. Me j bo zarokan gelek komxebat amade kirin. Her komxebatek herî kêm 50 zarok tev lê bûn.  Di demên pêş de em ji bo zarokan armanc dikin ku mihrîcana gerok amade bikin. Em di vê mihrîcanê de armanc dikin ku zarokên ji 4 perçeyên Kurdistanê amade bibin."