Li herêma Mehsertê pevçûn û şewat: Destûrê nadin mudaxileyê 2019-06-13 12:11:04   MÊRDÎN - Li herêma Mehsertê ya Nisêbînê, di navbera leşker û HPG’iyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de şewat derket û leşker bi hinceta “Ewlekariyê”destûr nadin ku agirkuj mudaxileyê şewatê bikin.   Hat diyar kirin ku li herêma Mehsertê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di navbera HPG’î û leşkeran de şer û pevçûnek dijwar rû da. Hat destnîşan kirin ku pevçûna li herêmê berdewam dike, belavî qadek mezin bûye û helîkopter jî qadê didin ber bombe û guleyan. Hat ragihandin ku gelek leşker sewqî herêmê hatine kirin, liv û tevgera maşineyên zirxî dewam dike.   BU HINCETA ‘EWLEKARIYÊ’ AGIRKUJ ASTENB DIKIN   Bi pevçûna derket re, agir girt herêmê. Şewata ku li qadek mezin belav bû, destûr nayê dayîn şewat bê vemirandin û welatiyan bangî agirkujan kirin. Agirkujên li ser banga welatiyan hatin cihê bûyerê, rastî astengiya leşkeran hatin. Leşker bi hinceta “ewlekariyê” destûr nadin ku agirkuj şewatê vemirînin. Ji ber vê yekê ekîbên agirkuj li cihê bûyerê rawestiyane.